Ji doh bi şev ve PDK'ê dest pê kir hêzên Zerevan şandin herêmê û bi vê re jî dewleta Tirk a dagirker ji esker û baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re bêhtir esker û cebilxane şandin; pozîsyona xwe ya li herêmê xurt kir. Li herêmê rewşeke tengezar heye û didome. ARMANC DÎCLE  BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PDK hêz û cebilxaneyê dişîne Zînê Wertê. Geliyên vê herêmê yên kûr hene û xwedî cihekî girîng ê stratejîk e. Şandina hêzê û cebilxaneyê ji her alî ve bi tehlûke ye. Li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê komkirina pêşmergeyan û cebilxaneyê bi tehlûke ye û gelek peyamên xwe hene. Baş e, mesele çi ye? 24ʼê Adarê nûçeyeke wisa ket ajansan: li herêma Zînê Wertê di navbera PDK û YNK'ê de arîşeyek heye. Li gorî nûçeyê; pêşmergeyên YNK'î yên ji Wertê xwestine biçin nava baxçeyên xwe û di ketina Wertê de asayîşa PDK'ê ew asteng kirine û ji ber vê di navbera herdu partiyan de nerehetî çêbûye. Ji bo ev rewş çareser bibe, her du aliyan ragihand ku wê pêşmergeyên Lîwaya 7 a Piyade ya Soran li Zînê Wertê bi cih bibin. Biryar dane wê hêzeke bi qasî 15 konteyneran baregeheke eskerî ava bikin. 31ʼê Adarê jî hat ragihandin ku wê bi avabûna vê baregehê re rageşiya di navbera aliyan de bi dawî bibe. Wekî din hatibû ragihandin ku wê hêza li herêmê bi cih bibe, bi ser Wezareta Pêşmergeyan ve be û ji pêşmergeyên PDK û YNK'ê pêk tê. Piştî van nûçeyan, gelek nivîskar û çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotin: PDK dixwaze li herêmê bi cih bibe. Vê daxwaza xwe jî di çarçoveya pîlaneke dewleta Tirk a dagirker de pêk tîne. Jixwe, 13ʼê Nîsanê PDK'ê hêz û cebilxane şand herêmê û balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî ketin nava tevgerê. Dema PDK'ê hêz bir herêmê, daxuyaniyeke fermî neda û sedema wê jî ranegihand. Bêguman ev awayê bûyerê jî ne xerîb bû. Pêşî alozî û arîşeyê çêdikin û paşê jî bi vê bahaneyê hêzê dişînin. Ev awayekî ne nû bû. Bi çend gotinan jî em rewşa stratejîk a Zînê Wertê diyar bikin. Qadeke di navbera herêma Behdînan û Soranê de ye. Her du herêman bi hev ve girê dide. Yanî herêma Raperîn û Soranê digihîne hev. Geliyekî mezin e, di navbera çiyayên Karox û Qendîlê de ye. Ango herdu çiyayan digihîne hev. Zînê Wertê bi ser Hewlêrê ve ye û di kontrola YNK'ê de ye. Ji sala 2000'î ve di destê YNK'ê de ye. 14ʼê Nîsanê bi şev, hêzên PDK'ê li herêmê bi cih bûn. Pişt re Artêşa Tirk a dagirker 15ʼê Nîsanê saet li derdora 15:00'an derbenda Zînê Wertê û tepê Hîwa, Tepê Şêx Nasir, Kozîne û gundên Bepalan ên Qendîlê bombarduman kirin. Balafirên keşfê hê jî li ser herêmê difirin. Wezareta Pêşmerge doh daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dibêje, Lîwaya 7 a Piyade ya Soran ji bo demekê diçe herêmê û ji ber vîrusa koronayê ye. Paşê PDK'ê daxuyaniyeke fermî da. PDK jî dibêje, pêşmergeyên me li herêmê tinene û sedema arîşeya li herêmê YNK ye. Piştî daxuyaniya PDK'ê bi du saetan, Hêzên Zerevan ên bi ser Wezareta Pêşmerge ve tevî sîlehên giran û cebilxaneyê hêz şand herêmê. Herçiqasî Hêzên Zerevan bi ser Wezareta Pêşmerge ve bin jî di çarçoveya hiyarerşiya eskerî de ew PDK'yî ne. Hêzeke girîng a PDK'ê ye. Bi vî awayî jî PDK'ê îmzeya xwe li binê daxuyaniyeke bi nakok danî. Li gorî agahiyeke li ber destê me, endamên istîxbarata Tirk MÎT'ê jî tevî pêşmergeyên PDK'ê diçin herêmê. Ji fermandarên pêşmergeyan Emîn Feqe Muhammed Ado tevî du endamên MÎT'ê keşfê dike û koordîneya bombardûmankirina herêmê dike. Ji doh bi şev ve PDK'ê dest pê kir hêzên Zerevan şandin herêmê û bi vê re jî dewleta Tirk a dagirker ji esker û baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê re bêhtir esker û cebilxane şandin; pozîsyona xwe ya li herêmê xurt kir. Li herêmê rewşeke tengezar heye û didome. Balafirên keşfê jî li ser herêmê difirin.