Pêşbirk li ber çavên komeke qelebalix a şêniyên bajarokê Zirganê û gundên derdorê hat lidarxistin. Di pêşbirkê de 7 kes tevî hespên xwe beşdar bûn û hin wan ji bajarê Qamişlo bûn.
Hesp bi mesafeya kîlometroyekê beziyan. Di encamê de hespê bi navê Cirnas yê welatiyê bi navê Adil Mihemed Şêxo yê ji Qamişlo bû yekemîn, Burkana yê welatiyê bi navê Sozdar Etiya bû duyemîn û Yemama yê welatiyê bi navê Rêzan Îsmayîl jî bû sêyemîn.
Xwediyên hespên ku bi serketin di dawiyê de ji aliyê şaredariya gel a bajarok ve hatin xelatkirin. Her wiha diyariyên sembolîk jî li xwediyê hespên neketin dereceyê jî hatin belavkirin.
QAMIŞLO