Xelkê li gundê Eskara Pasûrê ya Amedê, di demsala biharê de ji çêrandinê pezên xwe dibin zozanan û di bihar û havînê de hemû rojên xwe li zozanan derbas dikin.
Îsal jî xelkên ku ji bo çêrê di demsala biharê de berê xwe dan zozanên Pasûrê hêdî hêdî dest bi vegera gund kirin. Li bilindahiyên zozanan yên heta 3 hezar metre bilindahiya wê heye bê ceyran û rêya, di nav zor û zexmetiyan de dimînin. Hin kes ji gundê xwe Eskarê vegeriyan, hin gundî jî di rêya vegerê de ne. Ji ber ku rê tune û tenê xaçerêk hene, di çûn û hatinê de pir zor û zahmetiyan dijîn. Gundiyan rêya rojekê hin caran 2 rojan û hin caran jî heta 4 rojan dimeşin. Di rê de ji ber gelek newal û zinar e hene jî ev gundiyan gelek caran dixe zorê. Xelkên ku dikevin rêwitiyeke dûr û dirêj, serê sibehê saet di 04.00'an de dest bi amadekariyan dikin. Rê nêzî 20 kîlometre dirêj e û nêzî 4-5 saen didome.
Rêya bi kevir ku ji zinar û latan derbas dibe, gelek caran mirovan dixe nava tirsek mezin. Lê li gel van latên bilind, hespên ku barê wan giran jî dîsa bê tirs rêya xwe berdewam dikin. Hespên ku hînî van xaçirêkan bûne, bêyî rawestane meşa xwe didomînin. Karwanê hespan ku barê giran didin ser pişta xwe û di nava zirar û latên bilind re dikevin kaçirêkan dîmenên rengîn li pey xwe dihêlin.
DÎHA/AMED