Koçberên Binarê Qendîl îsal jî li rexmê bombebaran û êrîşên dewleta Tirk, cardin berê xwe dan zozan û warên xwe yên hersal werza bihar û havînê diçinê. Koçerên Binarê Qendîl di destpêka meha Nîsanê de heya dawiya meha Gulanê li gundên Dûgman, Maxomezin, Girtik û Dirwekûtr bar dikin û ber bi quntara Çiyayê Qendîl ve diçin. Piştre carek din ji quntara Çiyayê Qendîl koç dikin ber bi zozan û mêrgan ve diçin. Heya dawiya werza Havînê li van herêman dimînin. Li rexmê bombebaranên dewleta Tirk jî ev koçberane dest ji jiyana xwe ya koçeriyê bernadin û di jiyana xwe ya bi xwezayê re berdewamin. 


 MIHEMED HESEN/QENDÎL