Nûnerê Odeya Esnaf û Sanatkaran a Licê Şaban Maltaş li ser navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de hêzên çekdar ên dewletê li navenda Licê çi jin, mêr, kal pîr, zarok bi dehan Kurd di komkujiyê re derbas kirin û komkujî avêt situyê PKK'ê. Maltaş da xuyakirin ku tevî di ser komkujiyê re 20 sal derbas bûne jî gelê Licê ev komkujî ji bîr nekiriye û li dadgehên navneteweyî Tirkiye mehkûm kiriye û bang li tevahiya Liceyiyan kir ku beşdarî rûniştina îro 16-01-2013 ya dozê bibin. Li dû daxuyaniya çapemeniyê dirûşmên "Lice qeleha berxwedanê ye", "Dewleta kujer wê hesab bide", "Licê rûmet e, li rûmeta xwe xwedî derkeve" hatin qîrîn. Nêzî hezar kesên di dema daxuyaniyê de amade bûn, dûre ber bi Tabûra Komando ya Samparûs ku Tûggeneral Bahtiyar Aydin lê hatibû kuştin, meşiyan. Girseya gel li vê derê komkujî şermezar kir. Piştî ku yek bi yek navê welatiyên hatin qetilkirin hat xwedin, deqeyek rêz hat girtin û dûre çalakî bi dawî bû.
AMED