
SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK
Siyasetvanên Kerkûkê behsa girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî kir û got; “Lidarnexistina Kongreya Neteweyî dibe sedema bihêzbûna dijmin.”
Siyasetvanên Kerkûkê têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ku demeke dirêj e, jê re xebat tên kirin, axivîn.
Berpirsê Tevgera Gorran ê Kerkûkê, Hekîm Umêd got; “Bi salan e, giyanê gelê Kurd bûye birîn û dewamî xwîn ji laşan diçe. Piştî koça dawî ya Mam Celal û Newşîrwan Mistefa, birînên me nû bûn. Ji bo pêçana vê birînê, tişta herî baş yekîtiya nava mala Kurdan û lidarxistina Kongreya Neteweyî ye. Divê her çar parçeyên Kurdistanê yekdeng û yekgirtî bin. Ji ber ku hewldanên dijmin her tim ji bo ji holê rakirina gelê Kurd e.”
Umêd wiha domand; “Lidarnexistina Kongreya Neteweyî dibe bihêzbûna dijminê Kurdan. Dijminên Kurdan ji bo parçekirina Kurdan kongreyên xwe pêk tînin, ji bo êrîşî Kurdan bikin. Weke mînak; hemû dijminên Kurdan li dijî Serok Apo komplo kir. Ev 18 sal in di girtîgehê de ye. Dijmin rêveberên me yan ji holê radikin, yan jî diavêjin girtîgehan. Ji ber vê yekê niha baştirîn proje ji bo Kurdistanê lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye.”
‘Parçebûna Kurdan xizmeta dijmin dike’
Çavdêrê siyasî, Felah Mistefa jî diyar kir ku piştî wefata Mam Celal û Newşîrwan Mistefa, pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtî û yekrêziyê heye û got; “Tenê Kongreya Neteweyî dikare tevahiya pirsgirêkên Kurdistanê çareser bike.”
Felah Mistefa diyar kir ku parçe parçebûna Kurdan xizmeta dijmin dike û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Rêveberên siyasî yên Kurd niha li meydana siyasî nemane, lê îrade û fikrê wan, her maye. Parçe parçebûna Kurdan xizmeta dijmin dike. Wê yekîtiya Kurdan û pêkanîna Kongreya Neteweyî xewnên dijmin ji holê rake.”
‘Divê em berjewendiyên yek hizbî deynîn aliyekî’
Parlamenterê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) yê Iraqê Rêbwar Teha jî got; “Divê em kemûkurtiyên xwe yên berê di ber çavan re derbas bikin. Divê em berjewendiyên yek hizbî deynîn aliyekî. Em hemû hewldanên cidî bikin, ji bo Kongreya Neteweyî. Li cihê berjewendiyên hizbî yekîtiya neteweyî bixin bernameya karê xwe.”