Dadgeha Îdarî ya Meiningenê, ji bo lîderê partiya rasîst a Elman AfD Björn Höcke got, mirov dikare jê re bibêje faşîst.
Li eyaleta Thuringenê, protestovanekî ji Björn Höcke re got, "Faşist" û banga xwe ya xwepêşandanê jî wiha ragihand. Höcke jî doz li vî protestovanî vekir û xwest xwepêşandan bê qedexekirin. Dadgehê miracaet bi lezgînî nirxand û biryara, "mirov dikare ji Höcke re bibêje faşîst" da. Bi vî awayî siyasetvanê Faşîst kete feqa xwe.
ANF/ERFURT