
Komîteya Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Kampa navçeya Eyn Îsa yekemîn lîga “Vejîn” a fotbolê dest pê kir.
Di çarçoveya kar û xebatên Komîteya Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê de û bi armanca bipêşxistina xebatên sporê di nava koçberan de, komîteyê hevkariya xwe bi Komîteya Rêveberiya Kampa navçeya Eyn Îsa re yekemîn lîga fotbolê ya bi navê “Vejîn” di kampê de dest pê kir.
Lîga bi lîstika fotbolê ya yekemîn di navbera ciwanên kolana 7 û kolana 4´an de dest pê kir. Di encama lîstokê de jî tîma kolana 7´an bi ser ket.
Lîga fotbolê “Vejîn” dê heta 6’ê Çileyê 2018’an dewam bike.
GİRÊ SPÎ