Ligel ‘rojê’ di herbê û helbestê de xwe ragirtiye
ENES YILDIZ
Deftera wêneyan ji çiya û çiyayiyan xalî nabe.
Qewlê wî ne xemek û ne jî şînek e.
Dilê xwe bi birînekê naqeşêre. Dibişire, dilezîne, mizgîniyên evînekê jî li xwe heram nekirine. Tiştek nakeve, derbekê naxwe. Dilê min ji valatiya li pêşberî wê ye. Ti tişt di bîr û baweriya çiyayan de hûr, hûr, nebûye, çiqlên dareke maziyêye û neşikestiye. Di dehlekê de navê serbazekî, gavên helbestvanekî dûr nabe. Te, xwe bi xakê ragirtiye, te xwe bi tavê berdaye, te ji hezkiriyên rojê û heta dawiyê dilê her ‘Kurdekî’ ji xwe re biriye.
Bi dewsa xwe û li Elbistana sibê, qêrîneke perpitî li dû wî dimîne. Niha! Xwe li dora girekî, navserekî piçûk dicebirîne. Lawekî delalî ye û xwe bi xwe pijandiye, bêhna genim girtiye, ji malekê, ji zivistanekê, ji çavikekê, ji şikeftekê û şiverêyekê derketiye û hatiye.
Niha! teferûateke bê xem e, xwêdanê li xwe nake barekî barkirî. Hosteyê peyvan, bi wî ti kes gilî û gazincan nahewirîne. Lawê herbê, bê netewe û welatekî ji xwe re bibe, nav êvaran. Dengê wî li ber kaniyan, kefiya xwe li dora stuyê xwe alandiye. Qiseyek, gotinek, nemirek e, bangek e, li ser kaxizeke spî û xêzek e. Pepûkeke bêyom jî ji ber xwe ve û li wî nanêre. Helbestên meymest li gel wî û li gel miriyan û di tirbê de xweş rakiriye, Kurmanciya li ser tiliyan, bi umrê wî ye, wî singa xwe dabû ber guleyan, tifinga wî jeng e, çeng e, ceng e, dilê wî di herbê de ye. Bi hişê xwe di rêka Kurdistanê de ye. Gundî û partîzanan bi wî çarmêrkî vedaye. Çi nebir, çi nekir, ji hev çi dernexist. Li vî çiyayê bi xirecir, ji vê gijloka erdê ew heye. Bi leza piyên xwe guhê gumgumukan kerr kiriye. Ji eniya xwe, ji nav milên xwe ve li Başûr û Bakur re hiştiye. Bi çendî caran li giloka aşûteke bi xezeb ketiye. Rûyê wî di rengekî de û li eywana her evînekê, li ber seyrangehekê pekiyaye. Yezdan Şêr, Pîremêrd, Îhsan Nûrî Paşa, neviyên Medan, bi wî re eşq û meşkek in, Amed peyvek e. Elbistan lehengek e. Qêrîn û axîn jî ji bo wî ji bo Kurdistanê sewtek in.
Her kevirek, qewmek e, kilamek e, heyranek e û di navbera rawestgehekê de dihere. Şeveqekê bibe û bîne, xiyala ‘Kurdistanê’ li pêşiya xwe datîne. Bê wî dest ji tiştekî nayê berdan û nayê kederan. Hîna di nav demarên tarîxê de beytên vegerekê li xwe vedigerîne.
Dema berê welat bikeve havînê, lat û berwaran fêrmêskên wî şalûlek e. Çira û şînîgiriya bindestiyê li xwe nayxe, dilê xwe jî, bi birîn nake, êşê bi keserekê parçe nake.
Wî li Kurdistanê, xwe li gel rojê bi herbê û bi helbestê, bê rawestan, ragirtiye.
Bi heyloyekê û bi waweylê çûyîn, mirin ranabe ser xwircezîna lûtikan. Ew guldesteya kû wî bêhn kiribû. Niha! Li ber deriyê sêsed û şêst û şeş mihelan digere. Çiqas, xwe li xweşkokiya pêjnên evîneke dagirtibû. Çû, çû, sibehekê, gewrik û qedr û qiymet bîne. Di ti valatiyên fezayê de xwe mişt û lal nekiriye. Edî li kevana esmên, di xewnê de û di metirsiyê de nema ye. Ji dara efsûnî û bi vê heyatê ve xwe şidandiye. Xwelî Li serê wan e. Bedena wî di devê mişkan de û li ser tirbeke ajalên bi pêl e.
Li vir wekî cara pêşîn e, dilê Kurdistanê nîvbirîn û wek her carî nîvfirrîn e. Ti guman nabe, fikar tine ye. Hilatina rojê jî wek cara ewroj û ewilîn e. Evdalên peyvan tînim li pêşiya wî û rêka ku tê de çûye. Ev der sewdaseriya herbê û rojê ye. Newalên hevrêşim li pey wî hilkişiyane. Çiyayên serhişk jî di welatê wî de û ji wî re çepik û şewqek vêxistine. Wê lênusk û rojnivîsên wî jî di kezeba hewrêyan û havînekî de veşartin e. Niha! navê wî di merasîma dîrok û gotara azadiyê de diçilwile.
Wexta xwe veciniqandinê ye. Ji bo mirov wî binase, bizane, serê wî ji ewran re sedeqeyeke azadiyê ye.
Jixwe û ji tarîtiya xwe bireve, hişê xwe li Kurdistanê bihêle û neçe. Lê binêre, hewce ye seriyekî û bi du awiran, rêka xwe li ‘Bazîdê’ bixe. Hevokeke, bi ala axê saz dike. Divê, xwe li ber bayê agir, ji germahiya çirûskeke serhişk, çayeke gerîlayan vexwariye. Piştre, mûmên bêrîkirinê li ser çiyayekî dadiqurtîne. Dilê xwe li deryaçeyekê dikizirîne. Ramûsanên dayika wî li kavilekî, li bajarekî xirabe ye. Hêviya xwe ji neynûkên hewarê û bi coşa stranan ber bi xwe ve dikişkişîne. Ew şînberekî hêja ye, di hundirê kerr û lalan de nemire. Mirineke ziwa li ser deryaça, payîzê û ji ber ava Firatê oxir kiriye.
Li ser esman û tîpên ferhengê hinavê xwe hînik dike. Keleha şevekê, li zozanan derbas dike. Çaxên Ehmedê Xanî û Mem-Zînê, zimanê şêrîn, ji hesretekê berpal e. Ji xewa xweşkok xwe radike û serdaneke li Xuramahabadê dûr naêxe. Her du destên xwe ji bo erşan berjor dike, ziyareta Feqiyê Teyran, li Wanê, li Miksê, bi işqê, li dengê avê guhdarî dike. Masiyên li golan, keziyên di zinarekî de xemle û kesrewîn in. Birîna Amûdê, li tenişta Qamişlokê dadixîne.
Vê carê jî bila wisa bibe…
Peyvên xef, qiseyên bi derbekê, termên xweşik, gewdeyên dêrîn jî, hema vê carê jî li gel wî bo azadiyê ye. Mirina li ser pencereyan mişext nake û ji hembêza xwe re û di nav boxçikeke pînekirî de dihewine. Kul û qolincên ji dayikbunê maçî dike. Hêlîna biharê dirêsîne, bi coşa helbestan, dilê Mîtaniyan, Gutiyan, Ariyan li dar dixe. Desmala xwe di tûrikê êvaran de dihejîne.
Bo wî, bo xwe pêşiya şeveqê vedike. Dilê wî pîrê, pîran, lawê rojê, olanek e, gewdeyê xwe jî li ti deveran direşîne.
Rêka wê qetek nanê tisî û xemrevînek e. Bîrek e, sewdaseriya pênaberekî bê stargeh e û bê palpişt e.
Firrîn, bo wî ye, di şopa şevê de û li dora wî Dilpak in, Rubar in, Roza ne, heval in cînar in gund û guhdar in. ‘Celadet û Cegerxwin’ bi wî re ye. Çiya û çiyayî li pey wî hatine.
Feqiyê Teyran, xwe li ser can û ber bi gewdeyê wî ve xwar dike, Melayê Batêyî bê fikar wê rabe, hişê xwe, di ser bîr û awiran de û li ser bejna wî û bi deh caran berdaye.
Heta goşt û xwîn di can û ruhê kulîlkên çiyayan de heye, di bin zîpikan de siya wî hilîne, bilîlîne, sewdaseriya wî hêvî ye. Wê di dêmên Kurdistanê de û di xwircezîna delalekî de dide nav berateyan. Di qûncika her derav û berçemekî de her û her diherike. Lênuska wî û bi sirûda şaneşîneke xwe li dora pizotên êgir û ala peyvan heye. Wî di her bihosteke Kurdistanê de xwe li gel rojê, li nav qirnekê, bi herbê û di helbestê de xwe ragirtiye.
Ew serbazê rojê ye.
Di Kurdistanê de oxir be, di herbê de oxir be û di nav helbestê de oxir be…