Hewledanên Rûsya û DYA yê yên derbarê çarserkirina rewşa li Sûriyeyê de bi encam dibin. Li ser formek çarseriyê hatiye lihevkirin. Di detspêkê de divê kongreyeke navnetewî ji bo nîqaşkirina vê forma çarseriyê bi amedebûna hemû aliyên şer, were lidarxistin. Divê rejîm û muxalefet ji bo gerîna li çareseriyê û rawestîna vî şerî ji dil û can hewl bidin.

Bi fermî rejîma Beşar Esad daxuyanî da û pêşinyara Rûsya û Amerîkiyan qebûl kir. Rejîm wek her car dixwaze demê qezenc bike û alîgerên muxalefeta çekdar mîna Erebîstana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê tengav bike. Rejîma Esad niha xwe bi hêz dibîne û di warê eskerî de, li gelek hereman, li dijî hêzên muxalefeta çekdar bi serketî ye.
Aliyên şer yên din jî, çi muxalefeta çekdar a Sûriyeyê dibe û çi jî dewletên derdorê yên navborî, hemû li hemberî biryara Rûsya û DYA'yê bê çare ne. Mecbûrin forma çareseriyê ya ku van her du welatan pêşinyarkirî ye, qebûl bikin. Jixwe piştî derbasbûna 2 salan di ser 'serhildana gel' a li Sûriyeyê de, ne rejîm û ne jî muxalefeta çekdar dikarin di vî şerî de bi serbikevin. Her yek ji van hêza xwe ji aktorên herêmî û navnetewî digire. Rejîm eşkere hêza xwe ji Rûsya, Îran û Şîiyên heremê digre. Muxalefeta çekdar jî hêza xwe ji Tirkiye û welatên Ereb yên kendavê digre. Di vê navberê de rêxsitina El Qaîdayê jî derbasî ser xetê bû ye û li Sûriyeyê êdî dewrî hêzêk sereke ya li ser erdê bi bandor bûye.
Rûsya û DYA dixwazin dawiyê li vî şerê qirêj yê li Sûriyeyê bînin. Rûsya dixwaze rejîmê çend salên din li ser desthilatdariyê bihêle. Her weha ew dixwaze derbeyekê li hêzên Îslamî yên girêdayî El Qaîdayê bixe. Bi taybet niha bi sedan ji şervanên Çeçenî di nava van hêzan de şer dikin û li Sûriyeyê berjewendiyên Rûsyayê wek hedef digirin. Mirov dikare bêje ku revandina du metranên Suryanî yên ortadox ji aliyê şervanên Çeçen ve bi taybet li dijî Rûsyayê bû.
DYA jî dixwaze rê li ber komên radîkal bigre, yên ku dixwazin li dijî Israîlê êrîşên bi çekên kîmawî pêk bînin. Rayedarên Emerîkayê ditrsin ku çekên kîmawî yên rejîma Esad bikevin destên rêxsitinên radîkal (yên sunî mîna al-Qaîdayê û yên şîi mîna Hizbulaha Libnanê) û li dijî Israîlê bên bikaranîn. Ji ber hindê lempa kesek ji Tel Avîvê re pêxsitin û destûra êrîşên hewayî li dijî bargehên eskerî yên rejîma Esad dan.
Muxalefeta çekdar a ku alîkariya eskerî û diravî ji Tirkiyeyê, welatên Ereb yên kendavê û rêxsitina navnetewî yên radîkal digre, niha ji ber lihevkirina DYA û Rûsyayê li nav hev ketî ye. Ew nikare li dijî DYA'yê derkeve, lê di heman demê de jî mayîna Esad ya li ser desthilatdariyê ji bo çend salan qebûl nake. Muxalefeta çekdar niha amedekariya xwe dike ku hemû şert û mercên DYA û Rûsyayê erê bike û li gel nûnerên rejîma Şamê li ser maseyekê rûnê.
Di vê dema dawî de artêşa rejîma Esad û bi alîkariya bi deh hezaran ji şervanên Îran, şîiyên Iraqê, milîsên Hizbullahê û Elewiyên Skenderûnê li dijî muxalefeta çekdar li gelek bajarên Sûriyeyê serkefrinên eskerî pêkanîn. Bi taybetî li heremên Baniyas, Humis û Derayê derbeyên mezin li muxalefeta çekdar hatin xistin. Rejîma Esad niha artêşek bi navê Artêşa Parastina Niştimanî avakiriye û bi şêweyê şerê gerîliyan li himberî şervanên muxalefeta çekdar radiweste. Weha diyare ku rejîma Esad stratîjiya xwe guhertî ye. Ew nema baweriyê  bi artêşa fermî ya ku piraniya eskerên wê Sunî ne tîne. Ev artêş ji dil şer nake. Gelek ji eskeran dema ku derfetê dibînin, meydana şer terk dikin û direvin. Diçin tevlî 'Artêşa Hur' dibin. Ji ber hindê niha artêşek din ji Elewî û şîiyan, her wiha Xiristiyan û Durzî jî di nav de hene  hatiye avakirin. Vê artêşê heta niha li gelek hereman serkeftin li himberî hêzên muxalefeta çekdar bi dest xistine.
Rejîma Esad di warê eskerî de niha ji berê xurttir e. Ev demeke nema efserên payebilind ji artêşê vediqetin. Her weha alîkariyek eşkere ji Îran, Iraq û şîiyên Libnan û cîhanê tê. Beşekî mezin yê gelê Sûriyeyê û ji ber kiryarên çetewarî yên muxalefeta çekdar alîgeriya rejîmê dikin.
Divê bête gotin ku muxalefeta çekdar gelek çewtî kir. Cebha El-Nusra mîna beşekî muxalefetê qebûl kir û dema ev rêxsitin a nêzîkî El Qaîdayê ji aliyê DYA'yê ve mîna 'terorîst' hate qebûlkirin, muxalefet aciz bû û ev yek 'li dijî serhildana gel' nîşan da. Ev çewtiyek mezin bû. DYA û Rûsya jî li dijî terora cîhanî hevkar in. Niha helwestek hevbeş derbarê rewşa li Sûriyeyê de saz dikin û dixwazin muxalefet û rejîm bi riya diyalogê hemû pirsan çareser bikin.
Wiha xuya dike ku hêzên navnetewî, di serî de DYA û Rûsya, dixwazin rewşa li Sûriyeyê di zûtrîn dem de aram bikin, da ku tevahiya heremê tevlihev nebe. Sûriyeyê bûye qada şerekî mezin. Şîi û Sunî li vî welatî de hatine himberî hev. Rêxistina El Qaîdayê çalake û niha Sûriyeyê mîna Afganistanê wek qada cîhadê bi nav dike. Jixwe Israîl ditrse çekên rejîmê yên kîmawî bikevin destê rêxistinên radîqal û li himberî wan bikar bînin
Forma çarseriyê ya bêt wê muxalefet û rejîmê bîne ser yek masyekê. Dibe ku desthilatdarî li Sûriyeyê di navbera wan de bê dabeşkirin. Loma divê gelê Kurd xwe li ser erdê bi hêz bike û tevahiya heremên Rojava kontrol bike da ku karibe xwe mîna akturekî sereke li ser hemûyan ferz bike.
Divê lihevkirina muxalefet û rejimê ne li ser hesabê Kurdan be. Ev yek tenê bi riya yekîtî, xwerêxsitinkirin û xurtkirina YPG'ê pêkan e.