Hate zanîn ku komek ciwan li taxa Conkbayira Sêrtê bi boneya êrîşên lîncê yên li dijî Kurdan û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar bike, li kolanê agir pêxist û rê li trafîkê girt. Piştî çalakiyê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî komê kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Çalakiyê heta derengê şevê li nava kolan û taxê berewam kir û pişt re bi dawî bû.
Herwiha, li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî çend roj berê operasyon pêk hat û 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, komek ciwan kom bûn û bi çalakiyekê operasyon şermezar kirin. Koma ciwanan ku ruyê xwe girtin û li kolanê agir pêxistin, bi dirûşmeyan operasyonên leşkerî şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir û ciwanan jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir.


 DÎHA/SÊRT/COLEMÊRG