Uçan Supurge, îsal di navbera 5 û 12’ê Gulanê de 19’emîn Mihrîcana Fîlman a Jinê ya Navneteweyî amade dike. Di mihrîcanê de fîlmên hatine amadekirin dê bên pêşberî hunerhezaran. Berî mihrîcanê li Otela Neva Palas danasîna fîlman hat kirin. Der barê fîlman de agahî hatin dayîn. Vekirina mihrîcanê dê di 5’ê Gulanê roja pêncşemê li Sinemaya Kizilirmakê dest pê bike. Dê bi fîlmên “Baglar”, “Zarokên Vank” û “Herêma Bakur” dest pê bike. Di 6’ê Gulanê de Opera dewletê û li salona Bale merasima vekirin bê kirin û dê xelat bê dayîn. Di 12’ê Gulanê de jî li Sînemaya Kizilirmakê merasima xelatan bê dayîn. Mihrîcan dê ji 10 beşan pêk bê. Dê 60 fîlmên heremî û biyanî bên pêşandan. Di fîlman de çîrokên jinê û serpêhatiyên wan tên vegotin.
Aktivîsta Uçan Supurge Selen Uçar, diyar kir ku şer, nijadperestî, zayendîperestî, cudakarî, wêdekirin her roj bi reng û ruyên cuda derdikevin pêşberî wan ê van çîrokan bînin ziman.
Xelatên mihrîcanê
Di mihrîcanê de xelata rûmetê Selda Alkor, xelata serkeftinê Bilge Olgaç, Bingöl Elmas û Tulay Bursa, xelata Temayê jî dê derhêner Lisa Çalan ku di teqîna li dijî mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê de 2 piyên xwe winda kir bigire.
ENQERE