Li dinyayê, hin welat û hin gel, hê jî bi rûrestiya xwe ya dîrokê ve têdikoşin. Ji ber ku, her çiqasî li Awropa zagoneke bi naveroka mafên mirovahiyê re tijî hebin jî, heke em bi dîroka siyasetê ve lê binêrin, tu welatekî Awropa jî ne paqij in. Hewce nake ku însan bi mînakên sucên welatên Awropa ve nivîsa xwe tijî bike lê, di şoreşa netewetiyê de Fransiyan, di dema şoreşa pîşesazîbûnê de Îngilistan, wexta duyemîn şerê cîhanê Elmanan, ne tenê bi rêvebirtî an jî hikumatê ve, tevahî gel bixwe jî, heya qirikê di nav sûcên dijmirovahiyê de bûn.

Ne tenê Awropa jî, di dîroka hemû gelên dinyayê de bûyerên bi vî rengî hene. Lê piştî duyemîn şerê cîhanê, piştî sazkirina Netewên Yekbuyî (NY) şunde, ji bo hemû welatan dêrî ya xweweşandin û pakbûnê vebû. Gelek welat, bi awayekî fermî an jî li ser guhertina pergal û dadmendiya xwe, dest bi xweweşandin û pakbûnê kir û bi îmze avêtina hin zagonên navnetewî jî bi biryarbûna xwe domand.
Lê di nav van welatan de, yê ku sûcên xwe re çavê xwe girt û di rê ya înkarkirinê de meşiya Tirkiye ye. Ev meş hê jî didome, ev rê jî, dêrî ya komkujî û qetlîamê ji bo Tirkiyeyê her tim vekirî dihêle. Bi vê rewşê çi dibe? Ka werin em bi kurtasî lê binêrin û çavê xwe ji dîroka Tirkiyeyê bigerînin.
Di dema împaratoriya Osmaniyan de çend komkujî û qetlîam qewimî jî emê ji dervayî vî nêrîna xwe bihêlin...
1915 komkujiya Êrmeniyan: Li gorî dîrokzanan, berî 1915'ê li Tirkiyê nêzî milyonek nîv Êrmenî hebûn. Di destpêka jê 1915 pê ve li Tirkiyê hijmara Êrmeniyan roj bi roj kêm bûn, hinê wan bi komkujiyeke sîstematîk ve, hinê wan di rê de, hinê wan bi rê rêbaziyên cûrbecûr rastî tundiya dewleta Tirk hatin û aniha li gorî fermiyeta dewletê Tirk jî li gorî çend lêkolînerên sivîl jî li Tirkiyê hijmara Êrmeniyan ji 30 hezarî jî kêmtir in.
Piştî damezrandina Komarê, kujertiya Tirkiyê ne kêm bû, hê jî xwe zêdetir kir. Emê jî li gorî vê yekê mînakên xwe ya komkujiyê li dîrokê hilbijêrin lê, hin bûyerên dersîstematîk jî ji derva bihêlin.
1930 Komkujiya Zîlanê: Li ser komkujiya Zilanê, hê jî lêkolînên berfireh nehatine çêkirin. Di van rojên dawî de çend hunermendên Kurd çend belgefilîm çêdikin, hêdî hêdî civak pê dihese ku ka Tirkiye komkujiyeke çawa dermirovî pêkaniye. Çavkaniyên Zîlanê jî hêdîkana wenda dibin. Yên ku ew komkujiyê xilas bûne êdî kal û pîr in. Komkujiya Zîlanê, tenê bi ser xwe digihêje sucên Naziyan, em dikarin bêjin rewşa derînsanetiyê ve Naziyan jî li paş xwe dihêle.
1938 Komkujiya Dêrsimê: Wek tê zanîn, komkujiya Dêrsimê, ne tenê li ser netewek, di heman demê de suceke "piralî" ya mirovî ye. Çi ku li wê derê Kurd, Êrmenî, baweriya Elewîtiyê tevda rastî komkujiyê hatin. Carek jî na, bi salan, bi dehan sal ew komkujî ji tundiya xwe tiştek wenda nekir û domiya. Yên ku li Dêrsimê qewimîn, tenê bi ser xwe mînakek rûreştî ya dîroka însanetiyê bixwe ye.  
1953 Komkujiya "33 Gule": Rewşa desthilatdariya Tirkiye'yê, ruyê xwe ya reşik carek din li Wanê, bi bûyera 33 gule nîşan da. Ew kîneke çawa ye, nefreteke bi çi rengî ye ku li sînora Kurdistanê de cardin teqiyaye, hewceye ku li ser vê ruhiyetê lêkolineke berfireh were çêkirin.
1978 Komkujiya Mereşê: ...
1978 Komkujiya 1'ê Gulenê...
1980 Komkujiya Çorûmê... (Heta 1980'ê jî nêjî deh sal Kurdistana Bukûr jî di nav de, li her derê komkujiyeke belavbûyî cûrbecûr dom dikirin.)
1993 Komkujiya Sîwasê: Komkujiya Siwasê jî, bi her awayî xwedî taybetmendiyek e. Ceribandineke wek xwe ye. Heke li wê demê Tevgera Azadiyê ewqasî bihêz nebûna, tirsa Tevgera Azadiyê nebûna, heke ew ceribandin bi temam armanca xwe ve biserketa, komkujiya Sîwasê, dê bigihista asteke hê li jor jî...
1995 Komkujiya Taxê Gazî ya Stenbolê: Ew bûyer jî ceribandineke din, ya ku li Siwasê ne serketî bû, ew armanca dişopand... Lê ew jî, pîçek be jî bi xêra muxelefetê negihaşt armancê, lê dîsa jî di dîrokê de ciheke xwe ya bi êş girt.
***
Bi wesileya Komkujiya 1915, divê însan taybetmendiya xwezahî ya desthilatdariya Tirkiyê ji bîr neke û tu carî ji mêjiyê dernexîne. Pergala Tirkiyê, ji pergala hemû welatên din cûda ye. Ji komkujiyê hebûna xwe didomîne. Ya ku li ser Kurdan hin tişt ceribandin, me lê zêde nekir. Ku ewqasî welatparêz hatin kuştin, ewqasî gund hatin şewitandin, hê di mêjiya me de cîheke xwe ya germ heye ku li Roboskî ewqasî zarok di şevekî de bi bombebaranê ve perçe perçe kirin, em vana jî tev li vî analîzê nakin, lê divê em bizanibin, cêka em li himberî desthilatdariyeke çawane.