Misriyên serdema antîk gelek bermahiyên li ser lîstikên xwe li pey xwe hiştin. Ev texteyê lîstikê jî yek ji wan e. Lê ew ne belav e, hem bi awayê xwe yê nû yê weke hîpopotamê, hem bi materyala xwe ya bipêşketî tevî rengên berîqende ew yekane ye. Li ser pişta vî texteyê lîstikê 58 kun hene. ji bo lîstikeke ku hingê li seranserê Rojhilata Navîn belav bû bê lîstin. Hin mînakên wê li Kurdistanê hatibûn dîtin. Ji vê lîstika 58 kunan re lîstika “Se û çeqelan” jî tê gotin.

Li ser texte du aliyên sîmetrîk hene û li ser her aliyê 29 kun hene, parçe yan jî hestî dihatin bicihkirin. Du kunên mezin ên li her du aliyan jî ji bo civandina van parçe û hestûyan hatine bikaranîn. Parçeyên ku dewreke texteyê dikin di wan kunên mezin de tên bicihkirin. Parçeyên lîstikvanan bi serê xwe ji hev cihê dibûn, seriyên yekî bi guhên tîk in (çeqel) û yên din jî bi guhên şorkirî (se) ne.

Ji pisporan hat ku qaîdeyên lîstikê ji hev derêxin. Her du lîstikvanan kab diavêt û li gorî encamê parçeyên xwe bi pêş ve dibirin. Lîstikê ji pişta serê hîpopotamê dest pê dikir û li dûvê wî bi dawî dibû. Kuna hejmar 20 jî maneya wê ew bû diviyabû parçe biçe serî û ji nû ve dest pê bike. Kuna hejmar 15 û 25 jî destûr dida lîstikvên ku careke din kaba xwe biavêje.

Ev lîstik li Misrê teqrîben beriya mîladê sala 2 hezarî peyda bûye. Ev mînaka hanê bi xwe taybet e bi çêkirina xwe ya ji fayansên bi rengî şînekî zelal. Ew ji serdema xanedaniya 27 ta 30´î maye yanî ji beriya mîladê sedsala 6´an yan jî 5´an maye. 

 

 QAHÎRE