Litter Frog û hevşaşfêmkirin
Hunermenda Kurd Mattina Hiwaizi ceribandineke muzîkê kiriye ku navê Litter Frog (Beqa Çêlî) lê dike. Ev proje deng, mûzîka elektronîk, dengên qeydkirî û guherandî dihewîne. Nîsana bihurî wê li ser youtubê di vê çarçoveyê de parçeyê The Angel’s Voice nîşan da. Pêşî em Çiyayê Sefîn dibînin, dengên nav erdan dibihîzin. Piştre jî dîmen/wêneyên hewşa mala bapîrê wê li Londonê tevî dara gûzê. Diyar e ji dronekê wêne hatine girtin. Ew bi vê projeyê hewl dide ku hevşaşfêmkirina di navbera çandên Kurdî û Ingilîz de dihûne. Axir bi dîmenên ji cografyayên cihê û deng peyvên di zikhev de balê dibe ser meseleya nasnameyê. Axir kesên ku li berhemên projeya Litter Frog bihisîne û li dîmenê dawî yê parçeyê bi navê The Angel’s Voice, bi xwe jî dikeve nava hevşaşfêmkirinê. LONDON