Ji pêşengên rock’n rollê yê ku strana “wop bop a loo bop” xist devê gelek nifşan û ji bo The Beatles, Prince û gelekên din bû îlham, 87 salî mir.
Wî li mala xwe ya li Tullahoma ya li Tennessee di nav zarokê de ji ber nexweşiyê şemiya bihurî wefat kir.
Ew bi lêxistina piyanoyê, vokalên xwe yên bi deng û dîn û har, bi por û makeupa xwe ya ecêb salên 1950´î daketibû ser dikan. Little Richard bi stranên xwe sînorê di navbera reş û spiyan de jî rakirin di muzîkê de û hem reş û hem spî jî êdî li ber muzîka wî reqisîn.
Ew destpêkê ji muzîka blues dest pê dike, ji rêûresma Deep South tê ji bo ku rock ‘n’ rollê damezrîne. Stranên wî yên bûn hît jî bi dorê “Tutti Frutti,” “Long Tall Sally,” “Rip It Up,” “Lucille,” “Jenny Jenny” û “Good Golly, Miss Molly,” bûn. Li Hollywoodê jî bi filma “Don’t Knock the Rock” ew ê darîçav bibûya.
FRANKFURT