
Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven di rûniştineke parlamentê de bersiv da pirsên Wekîlê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiyê Hans Lînde. Lofven got, ew ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi tirs û fikar in.
Lînde diyar kir, piştî ku gelek siyasetmedarên HDP’ê hatin girtin ew çûye Kurdistanê, Amedê û wiha got: “Feleknas Ûca ku ez pê re axivîm, çenteyê xwe hazir kir û li salonê danî. Dibe ku niha were girtin û 15 sal ceza bidinê. Min rayedarên KJA’yê dîtin. Piştî wê bi rojekê ji hêla dewleta Tirk ve hate girtin û seroka wan berê hatibû girtin. Ez bi rêveberên Komeleya Mafê Mirovan re axivîm. Xebatkarên wan ji bo ku neyên girtin her şev li devereke dî dimînin.”
Lînde diyar kir ku ev jinxas û mêrxas biryardar in ku têkoşîna xwe demokrasiyê bidomînin lê pêdiviya wan bi desteka dinyayê heye û diyar kirin, divê tenê qîma xwe bi gotinan neyînin û gotinan bi cih jî bînin.
Lînde pirs ji Serokwezîr Lofven kir bê ka heta ku Tirkiye hurmetê ji mafê mirovan re negire û siyasetmedaran serbest bernede wê Yekîtiya Ewropa muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyê re bide rawestandin an na.
Lofven diyar kir her kes ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi tirs û fikar e û got, “Weke civaka sivîl, derfetên çapemeniyê jî pir sînordar in. Em ji kar avêtinên komî dibînin. Ev rewş ne erênî ye.”
Lofven diyar kir, rawestandina muzakereyan ên li gel Tirkiyê tenê bi cezayê îdamê dikare were rojevê.
Li ser êrîşên HDP’ê civîn
Li Parlementoya Danîmarkyê di hevdîtina li ser pêşniyarpirsa têkildarî girtina wekîlên HDP’ê û rojnamegeran de, daxwaz kirin ku girtî bên berdan.
Parlementoya Danîmarkayê li ser pêşnûmepirsa Partiya Enhedslîsten hevdîtin kir. Parlementoya ku pêr ji bo pêşnûmepirsa li Tirkiyeyê girtina parlementerên HDP’ê û rojnamevanan, lêkolînakirina binpêkirinê mafê mirovan û demokrasiyê civîna hate lidarxistin, di rûniştina doh de biryarek derket holê.
Ji derveyî Partiya Gel a Danîmarkayên rastgirên nîjatperest bi piştgiriya hemû partiyan di meta ku hate er ê kirin de, daxwaz ji Tirkiyeyê hate kirin ku hişyarkirina Tirkiyeyê, û têkildarî mijara ku bi lezgîn parlemeter û rojnamevan berdin hevdîtin bên kirin.
Parlementerê Partiya Enhedslîsten Nîkoloj Vîllûmsen ê têkildarî pêşnûmepirsê axivî diyar kir ku wê Wezareta Karê Derve mijarê bişopîne. Vîllûmsen destnîşan kir ku li bendêne bi lezgîne ev biryar bikevin meryetê.
Di kongreya Dîe Lînke de piştgirî
Partiya Çep (Dîe Lînke) ku mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê ye, li bajarê Bensheîm ê herêma Maîn Kînzîngê, kongreya xwe lidar xist. Di vê kongreya eyaleta Hessenê de ku du rojan dewam kir, qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan hat şermezarkirin û piştgirî ji HDP’ê re hat dayîn.
Hevserokê federal ê Dîe Lînke Bernd Rîexînger di destpêka kongreyê de axivî. Rîexînger êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê şermezar kir û got, ew piştgiriyê didin HDP’ê. Rîexînger got, “Piştgiriya me ya ji bo HDP’ê wê dewam bike. Em dixwazin ew zanibin, ku em bi wan re ne. Lazim e polîtîkayka şîdet û şer a li dijî Kurdan derhal were rakirin û girtiyên siyasî bên berdan. Pêwîste alîkariyên çekan û leşkerî yên ji bo Tirkiyeyê tên kirin, derhal werin sekinandin û muzakereyên ji bo endametiyê bi Tirkiyeyê re tên meşandin, bên sekinandin.”
Di kongreyê de ‘qirkirina siyasî ya li Tirkiyeyê’ weke xaleke taybet hate nirxandin. Endamên partiyê jî li ser rewşa li Tirkiyeyê axivîn û êrîşên qirkirinê bi tundî şermezar kirin.
Di dema kongreyê de ji bo agahî li ser êrîşên li dijî HDP û KJA’yê were dayîn, standeke agahdarkirinê hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha dosyayên li ser rewşê radestî rayedarên partiyê hatin kirin.
Di kongreya Hessenê ya Dîe Lînke de nûnera Ewropayê ya Weqfa Jinê ya Azad (WAJR) Meîke Nack û mamosteya ji Kobanê Ebdî Qadir jî amade bûn. Qadir û Nack li kongreyê axivîn û li ser pêvajoya ji nû ve avakirinê ya li Kobanê agahî dan. Qisekeran gotin, tevî gelê Elman Dîe Lînke kedeke mezin daye karê ji nû ve avakirina Kobanê. Di kongreyê de her wiha ji bo piştevaniya Kobanê, kampanya bexşê jî hat meşandin.
STOCKHOLM /KOPENHAG