Li Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê di resepsiyonekê de daxwaza rakirina tecrîdê û serbestiya Ocalan hate kirin. Di resepsiyonê de çalakiyên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelemperiya Kurdistan û cihanê grevên birçîbûnê û çalakiyên piştgiriyê dewam dikin. Li paytexta Ingilîstanê Londonê, di çarçoveya kampanya “Azadî ji Ocalan re (Free Ocalan)” resepsiyonek hebû û tê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Kampanya ku ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê birêvebirin, li nava eniya kedê ya Qraliyeta Yekbûyî her mezin dibe.

Nûnerên civaka sivîl peyivîn

Ji Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê Unmesh Desai malovanî li resepsiyonê kir. Resepsiyon li avahiya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat. Alîkara Serokê Meclîsa Şaredariyê Jenette Arnold di destpêka resepsiyonê de axivî.

Tevî endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Desaî û Arnold, nûnerên sendîkayan Stephen Smellie (Unison), Simon Dubbins (Unite The Union), Stephen Cavalier (Thomson Solicitors), Alî Gul Ozbek (Edalet ji Kurdistanê re) û nûnerê sendîkaya GMB’ê li resepsiyonê axivîn.

Tecrîd divê bi dawî bibe

Hevserokê Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ Simon Dubbins daxuyanî da û got, divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe. Dubbins banga zêdekirina  piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê jî kir.

Dubbins got, “Birêz Ocalan ev 20 sal in li girtîgeha Îmraliyê ye. Şert û mercên li Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibin û gefên êrişê yên li dijî Rojava dewam dikin. Di vê dema zehmet de, divê em sendîkavan karê xwe yê ji bo piştevaniyê du qatan li berê zêde bikin.”

 

ANF / LONDON