MURAT MANG / BIELEFELD

Yek ji Kurdên naskirî yên bajarê Elmanyayê Bielefeldê şair û mamoste Loqman Hekîm e. Ew 15 Tabaxê sala 1966´an li gundê Brêdîkê yê ser bi Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Ew yek ji sê biran e û 5 xwişkên wî hene. Sal 1991´ê ji ber zilma dewleta tirk neçar dibe û pena xwe digihîne Elmanyayê.

Li ser rêya Holandayê em bi otobosê diçûn Festîvala Çanda Kurdistanê û em rastî Loqman Hekîm hatin. Di nava sohbetê de em fêr dibin, ku Loqman Hekîm hîna 7 salî dewleta Tirk bavê wî qetil kiriye: “Ez 7 salî bûm, bavê min bi destê hikûmata Tirk hat kuştin. Bavê min qaçaxçîtî dikir. Wê demê ji alîye Sûrî pirtûk tiştên wisa jî dihanîn. Em sêwî li ber destê ap û amojinê mezin bûn.”

Li Elmanya bû şair

Herçî şairtiya Loqman Hekîmê heta sinifa 5´an xwendiye ye, li Elmanyayê dest pê kiriye: “Sala 1991´ê ez hatim Ewrûpa. Ez li stara penaberan bûm. Rojekê ez derketim derve, tiştek hat bîra min û min got, ez ê helbestekê binivîsîm. Wê demê pir cehş ketibûn Qoserê. Min got, ez ê li ser wan cehşan binivîsim.” Beşeke helbestê jî ev bûye:

Welat rizgar kirin karkera

Tu jî mayî cehşikê

Ker û qantira

Bes e ê

Loqman Hekîm heta îro 125 helbest nivîsîne. Piştî ku diçe festîvala mezin li Elmanyayê xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî dike. Di festîvala (1992) ew dîwana Cegerxwîn “Kîne em” dikire û pê xwe fêrî xwendina Kurdî dike.

Loqman Hekîm helbestên xwe bi pirranî li ser Partiya Karkerên Kurdistanê nivîsandine: “Li ser jîyana gerîla, li ser şehîdan, li ser serok, li ser evîna welat dinivîsîm. Mêjiyê insan li ser kurdbûnê be. Li welatê xwe bifikire, guhê wî li ser jîyana gelê wî be welat û derveyî welat ferq nake. Tu girêdayî jîyana Kurdistanê bî, tu dikarî li her derî binivîsî.”

Şiir jiyana jiyanê ye

Mamoste Loqman Hekîm di şiirê çawa digihije jî, ew wiha terîf dike: “Helbest jiyana jiyanê ye. Divê tu ji jiyanê hez bikî.” Ew dibêje, bi derxistina kitêbekê mirov nabe şair û xwe jî tebayî vê terîfê dike, yanî dibêje, ez ne şair im, lê şairên Kurdî hene: “Ez ji bo xwe jî nikarim bibêjim ez helbestwan im. Helbestwan weke Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî ne.”