1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ya Mencel Şanoyê organîze kir, bi konsera Lorîka Dayikan bi dawî bû. 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê ya bi destê Mencel Şano bi dirûşma “Lîstikek, xeyalek û azadî” hatibû destpêkirin û pêr bi şev bi konsera Lorîka Dayikan bi dawî bû. Elaqeyeke kêmdîtî nîşanî Şanoya Mencel hat dayîn. Di konserê de ku amûrên wekî bilûr, erbane, gitarê refaqetî stranên Kurmancî, Ermenî kir, elaqeyeke mezin a xelkê Wanê xwe nîşan da. Lîstikvanê Şanoya Mencel, Ferhat Aslan di konserê de axivî û lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emin Yalçinkaya bi bîr anî. Konser bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî konserê, lîstikvana Şanoya Mencelê, Perînaz Delazy plaket da. Temaşevanan piştî dayîna plaketê kêfxweşiya anîn zimên û bi lîstikvanan re wêne girtin. MA/WAN