KCK'ê li dijî vê pêkanînê ku li salvegera Komkujiya Roboskî rast tê bang li gel kir, ku bimeşe sînorê Roboskî. Li ser sînorê Roboskî, ku piraniya wan zarok 34 Kurd ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, hem "rêya ewlekariyê" tê çê kirin hem jî têl tên kişandin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê mijarê de daxuyaniyek da. KCK'ê diyar kir ku sîstema mêtîngeriyê ya dewleta Tirk nikare bi vî rengî xwe li ser piyan bigire û got, "Hewl tê dayîn lîstikeke nû ya Lozanê li hemberî Kurdan were meşandin, lê evê biser nekeve."KCK'ê da zanîn ku di rojên salvegera Komkujiya Roboskî de pêkanîneke bi vî rengî wê êş û azaran girantir bike û got, "Dijderketina li dîwaran, hilweşandina dîwarên hatine lêkirin, rakirina têlên hatine kişandin êdî bûye pirsgirêkek namûs û rûmetê." KCK'ê ragihand ku nerazîbûnên li dijî dîwarê li Nisêbînê nîvco mane û bang li gel kir ku bimeşe sînorê Roboskî.
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:"Dewleta Tirk li ser sînorê Rojava dîwar lê dike, niha jî li Roboskî li ser sînorê Tirkiye-Iraqê têlan bicih dike. Lêkirina dîwaran û kişandina têlan nêrîna dewleta Tirk a li Kurdan nîşan dide. Kurd weke xeteriya potansiyel a cihêkariyê dikin, tên dîtin. Her wiha hatiye dîtin ku di nêrîna dewleta Tirk û AKP'ê ya li Kurdan de, ti guhertin nebûye´.


Dezgeha Lozaneke nû
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku dîwar û têl nîşan didin ku sîstema mêtînger û qirkirina çandê ya dewleta Tirk çiqasî qels e û sînorên li Lozanê hatine xêzkirin, êdî bi qereqolan jî nikare were parastin. Daxuyanî wiha dewam dike; ´Heta ku li dij van dîwar û têlan neyê derketin, heta ku li dij helwestên neyînî yên hikûmeta AKP'ê neyê rawestîn, zîhniyetê çareseriyê yê pirsgirêka Kurd dê neyê guhertin û çareserî jî çînabe:´

´Divê gel bimeşe Roboskiyê´

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê wiha bidawî dibe; ´Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Roboskî re pêwîste gelê me ber bi sînor ve bimeşe, destûrê nede lêkirina dîwaran û yên hatine çêkirin jî hilweşîne. Heta dîwar neyên hilweşandin, têl neyên rakirin dê têkoşîna demokrasî û azadiyê negihêje serketinê. Lewma hilweşandina dîwar û têlan parçeyekî girîng ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Divê bi hilweşandina dîwar û têlan re biryardariya gelê Kurd were nîşandan ku mêtîngeriya qirkirina çandî ya bi Lozanê re li dijî Kurdan tê meşandin, nayê qebûlkirin."

 BEHDÎNAN/ANF