Piştî qederê 7 mehan, doh cara yekê rêwîtiya bejahî ya sivîlan ji navçeya Til Temirê heta herêma Firatê li ser rêya M4 pêk hat. Rêwîtî tevî erebeyên çavdêriyê û bi garantiya Rûsî pêk hat. Sivîlan ev gav erênî nirxand, efserekî Rûsî jî got: ”Dê rê li pêşiya karwanên sivîl û bazirganiyê vekirî bimîne.”
Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiya sala par, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatibûn dagirkirin û rêya navdewletî M4 jî li çûnûhatinê hatibû girtin.
Piştî koordîneya di navbera Meclisa Navçeya Til Temir a kantona Hesekê û hêzên Rûsyayê de, doh rêwîtiyên bejahî ji navçeya Til Temirê ber bi navçeya Eyn Îsayê ve tevî erebeyên Rûsyayê, dest pê kirin.
Efserekî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê, Bafil Êkoriyan got, piştî koordîneya bi aliyê Tirkiyeyê re, rê hat vekirin. Wî her wiha piştrast kir ku rê wê li pêşiya tevgera welatiyên Sûriyê vekirî bimîne û tevgera bazirganan a çûn û hatinê jî wê bê hêsankirin.
Efserê Rûsî destnîşan kir ku rojane ji bilî roja înê rêwîtî ji navçeya Til Temirê ber bi navçeya Eyn Îsayê û ji Eyn Îsayê ber bi Til Temirê ve, ji saet 9`ê sibehê ve li kêleka erebeyên Rûsyayê bi rê kevin.
ANHA/EYN ÎSA