Rewşenbîrên Fransî: Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin ku li Strasbourgê bi çalakgeran re hevdîtinê bike. Em bang li medyayê dikin ku bêdeng nemîne, li ser çalakiyan agahiyan belav bike û daxwazên wan ragihîne.

Hunermend, parêzvanên mafên mirovan û siyasetvanên Fransayî li ser grevên birçîbûnê metneke hevpar li Humanite’yê weşandin û pirseke wiha kirin: “Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?”

Ev metna hanê, bi sernavê ‘Divê li ser xaka me, Kurdekî bi tenê jî nemire’ hate weşandin, bêdengiya siyaset û medyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê bi tundî hate şermezarkirin. Di metna hevpar de hate gotin, “Em bi hêrs in, ji ber ku dema keleha DAIŞ‘ê ya li Sûriyeyê Baxoz berî çend rojan hate xistin, şervanên Kurd hatin silavkirin, lê belê di sala 2019’an de milîtanên jin û mêr ên doza Kurd ji ber xemsariya giştî dibe ku bimirin.”

Çima kes behsa 8 kesan nake!

Di metna hevpar de ku di rojnameya Humanite de hate weşandin, hate bibîrxistin ku li girtîgehan heta niha gelek girtiyan jiyana xwe ji dest daye û hate gotin, “Bi hezaran Kurd li girtîgehên Erdogan dirizin. 8’ê Mijdara 2018’an parlamenter Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û niha li ber mirinê ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê ku mirin dane pêş çavên xwe. 8´an ji wan jiyana xwe ji dest da. Gelo kes qala vê dike?”

Em bêdengiyê qebûl nakin

Rewşenbîr dibêjin, grevên birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîdê yanî ji bo destpêkirina danûstandinan pêk tên û wan bi bîr xist ku ji 17’ê Kanûnê ve 14 kes li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne: “Lîderê wan Abdullah Ocalan, ev sê sal in nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin dawî li vê tecrîdê bê anîn û di navbera hikûmeta Tirk û Kurdan de pêvajoya danûstandinan ji nû ve dest pê bike.

Li Strasbourgê 14 milîtanên Kurd ên jin û mêr ji 17’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne. Jiyana wan jî di rewşeke bi tehlûke de ye. Bêdengiya rêveberî û medya Fransa û Ewrûpayê ne ya qebûlkirinê ye. Dibe ku ji ber vê bêdengiyê çalakgerek yan jî gelek çalakger jiyana xwe ji dest bidin. Em vê yekê qebûl nakin.”

Hikûmet divê bi çalakgeran re bipeyive

Rewşenbîran wekî din bang li hikûmeta Fransayê jî kir; “Em bang dikin ku wijdan hişyar bibin” û ji hikûmeta Fransayê hate xwestin ku bi çalakgeran re hevdîtinê bike.

Di metna bangawaziyê de hate gotin, “Ji bo azadiya me divê em ji Kurdên li eniyê re bibin alîkar û dengê wan bidin bihîstin. Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin ku li Strasbourgê bi çalakgeran re hevdîtinê bike.”

Bi vê metnê, rewşenbîran bêdengiya medya Fransayê jî rexnekir û got, “Em bang li medyayê dikin ku bêdeng nemîne, li ser çalakiyan agahiyan belav bike û daxwazên wan ragihîne.

Em bang li demokratên Fransayê hemûyan dikin da ku seferber bibin ji bo dawî li vê xemsariyê bê anîn ku dikare rê li ber mirina çalakgeran veke. Ji bo Fransa hişyar bibe ku welatekî mafên mirovan e, gelo divê çalakgerên li Strasbourgê bimirin?”

Di nava kesên ev metn mohrkirî de Ariane Ascaride (Hunermenda sînemayê), Josiane Balasko (Derhêner, nivîskara senaryoyê), Rony Brauman (Doktor, Serokê berê yê Rêxistina Doktorên Sînornenas -MSF), Pierre Laurent (Senato, Sekreterê Giştî yê berê yê Partiya Komunîst a Fransayê), Gérard Mordillat (Romannivîs, sînemavan) Robin Renucci (Aktor-Derhêner).

 

PARÎS