Li bajarokê El-Qenaye yê Kobanê xelk li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûna xwe bi meş û mîtîngeke girseyî nîşan da.

Di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî axivî û got, dewleta Tirk careke din li ber çavên dinyayê hewl dide tola çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê hilîne. Eyşe Efendî got, ew soz didin ku ti carî derfetê nedin dagirkeran ku derbasî Kobanê bibin û ji bo vê jî heta dawiyê wê li ber xwe bidin.

Di mîtîngê de Endamê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Ezîz Ehmed jî got, artêşa Tirk, Sara ya 12 salî qetil kir û wiha peyivî: “Ma gelo wê zarokê bi kenê xwe ewlehiya Tirkiyê tehdîd dikir? Ma gelo hûn ji kenê Sarayê tirsiyan?”

 

KOBANÊ