Piştî fermana 74’an ya bi serê Êzîdiyan li Şingalê hat, ku ew bi xwe jî di encama xemsarî û piştguhkirina PDK de qewimî, me texmîn dikir ku ev partî siyaseta xwe ya li himberî Êzîdiyan biguherîne. Lê ev yek nebû. Desthilatdariya PDK mîna berê doseya Êzdiyan bi rêve bir. Te dibêje qey ewqas kuştin, derbiderkirin, tecawîzekirin û hêsîrkirina bi hezarên Êzîdiyên hejar, qet neqewimî ye!. 

Bi riya çend serokeşîr û axayan, hîna PDK dixwaze Êzîdiyan bigre dest xwe. Ew pere û polan li wan belav dike. Hewl dide civaka Êzîdî li dijî hev sor bike û kesên alîgerê li dijî kesên muxalif bide xebitandin. PDK bi riya pereyên xwe hewl dide şerekî navxweyî di nava Êzîdiyan de derbixe. Ew qet rê nade itifaq û yekîtiya civaka Êzîdî li Şingalê. 

Piştî 3.8.2014’an dema ku DAIŞ bi çend sed şervanên xwe êrîşî Şingalê kir û bi hezaran pêşmergeyên PDK ji ber reviyan û milet destvala û bêparastin li piş xwe hîştin, gelekan texmîn dikir ku dê PDK bi dijwarî hesab ji berpirsên xwe yên Şingalê, di serî de Serbest Bapîrî, bixwaze. Wê demê heta bi Serokê Heremê Mesûd Berzanî jî got, ewê yekser lêpirsînê li himberî berpirs û rêvebirên Şingalê bidin destpêkirin. Lê ev yek pêk nehat. Mesele hate nuximandin. PDK wiha bawer dike ku Êzîdî dê ji bîr bikin. Ewê mîna berê dîsa bi riya pereyan civakê bikire û kesên li dijî wê derdikevin tengav û dorpêb bike. 

Mîna berê niha desthilatdariya PDK li dijî xweseriya Şingal û Êzîdiyan li ser kare. Ew rêvebiriya herema Şingalê red dike. Li dijî YBŞ û Tevgera Azadiya Kurdistanê propagendeyek reşkirinê dimeşîne. Dibêje PKK dê Başûr parçe bike û rê li ber avakirina dewletek Kurdî ya ku dê bi destê PDK’ê bête damezrandin, bigre!. Hin kesên rantxwer û kurtêlxwer jî destekê ji bo berjwendiyên xwe yên şexsî didin vê kampaniya PDK. Ev 20 sal PDK dibêje ezê serxwebûnê ilan bikim. Mirov nizane ew hêza ku nikare gelê xwe biparêze û ya ku ji bo dayina maaşên şervanên xwe doza 500 milyon dolar alîkarî li AKP û Tirkiyê dike ji bo DAIŞ derbasî Hewlerê nebe çek û sîlahan ji Tehranê dixwaze û hawara xwe digihêje rejîma Iranê, dê çawa karibe dewletekê ava bike?

PDK hewl dide mîna berê Şingalê di bin basikên xwe de bihêle. Loma ew Xweseriya vê heremê qebûl nake. Hebûna hêzek eskerî ya Êzîdiyan red dike. Di vê dema dawî de Heyder Şeşo, ku ew yek ji serkêşên Êzîdiyan e û bi çend sed hevalên xwe re ji bo parastina mezarê Şerfedîn ê pîroz berxwedanek hêja nîşan dabû, girt. PDK kesên revok yên mîna Serbest Bapîrî diparêze û kesên berxwedêr mîna Heyder Şeşo digre bin çavan!.

Şingal ji bo PDK tê wateya nêzîkî 120.000 dengên hilbijartinê. Şingal li ser lîsteya PDK 6 perlemanteran derdixîne Bexdayê. Bi riya kirîna çend axa û serokeşîr PDK civakê digre dest xwe û hewcedariyê bi mesrefek zêde ya vê heremê nabîne. Ji bo pêşvebirina milet, herem û civakê pêwîstî bi tu kar û kedê nabîne.

Li himberî vê siyasetê Êzîdî di ber xwe didin. Neqebûlkirina siyaseta PDK ji aliyê Êzîdiyan ve nayê wateya li dij derketina Kurdistan û Kurdayetiyê, wek mîna makîna propagandyê ya PDK dixwaze nîşan bide. Êzîdî dixwazim di çarçoveya Kurdistanê de xwe bi rêve bibin û xwe biparêzin. Ew mîna berê desthilatdarî û serweriya kesên revok û reşewetxwar li ser xwe qebûl nakin. Ji ber hindê em xwepêşanan û zextên ku Êzîdî li Ewropa li dijî siyaseta PDK dikin, girîng û balkêş dibînin. Bila PDK dev ji dijminatiya Êzîdiyan berde. Bila bela xwe ji vî miletê hejar, malwêran û derbider veke!.