Dewleta Tirk li dijî hemû bêşên civakê dijminatiya xwe dawam dike. Kesên ne li gorî hesabê wî/wê tevdigerin yan tên girtin yan jî tên asteng kirin. Hunermenda Kurd, Hozan Canê ku welatiya Elmanyayê ye, ji bo di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Di dema mîtînga HDP’ê ya li Edîrneyê de, Hozan Canê 23’ê Hezîrana 2018’an hate destgîrkirin. Hozan Canê ji ber ku di filmekê de lîstibû ku qala têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê dike, tê sûcdarkirin. Dadgerê dewleta Tirk ji bo Hozan Canê 13 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Ji bo serbestberdana Hozan Canê, Parlementera Partiya Çep Gokay Akbulut pirsnameyek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Li ser navê hikûmeta Merkelê, Wezareta Karê Derve bersiv da vê pirsnameyê. Wezareta Karê Derve diyar kir ku Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Stenbolê gelek caran çûye serdana Hozan Canê û got, “Têkiliya me ya bi wê re didome. Ji bo ku şertên wê yên girtîgehê baş bibin, hewldanên me didomin.”

Li ser îradeyê bazaran nekin

Gokay Akbulut li ser bersiva Wezareta Karê Derve got, mirovan tatmîn nake: “Hozan Canê ya ku sûcê wê tine, divê serbest bê berdan. Berê jî kesên bi navê Meşale Tolû, Peter Streudtner û Denîz Yucel belasebeb hatibûn girtin. Hozan Canê jî ji bo Erdogan dîl e. Divê hikûmeta Elmanyayê ji bo ku Hozan Canê serbest bê berdan, zextan bike lê divê neke meseleya bazarê.”

Li gorî agahiyên ku Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê dide, ji ber sûcdarkirinên siyasî li Tirkiyeyê 5 welatiyên Elmanyayê di girtîgehê de ne. Lê tê diyarkirin ku ev hejmar zêdetir e. Ji ber ku rayedarên Tirkiyeyê welatiyên Elmanyayê yên ku tên girtin, bi derengî radigihîne hikûmeta Elmanyayê.”

 

ANF/BERLÎN