Ma îşê dîmenziyonan di mejî de hene?
Ka çawa em hay ji xwe hene ku em hene? Bîreweriya me ji ku tê, bîreweriya me ya derbarê hawîrdora me û me bi xwe de? Bersiva van pirsan beriya bi çendekê dema derket holê ku di mêjiyê mirovî de gelek dîmenzîyonên (bûut) ava dibin û weke kelehên ji xîzê dîsa tine dibin, hene, hinekî xwe ber bi mirovî ve anî. Axir em bi van dîmenziyonên hanê danekevin ku heta bi 11´an diçin û mêjiyê mirovî jî êdî dikin mîna kompûtereke pirrdîmenziyonî ya kuantûmî. Em berê xwe tenê bidin pirsa bîreweriyê.
Ew jî ew e ku zanyarên niha difikirin ku mêjiyê mirovî bi xêra strukturên kêliyane ên geometrîk ên ku bi kêliyan bi hewa dikevin û diçin, fikr, hizr, bîranînan û hestan bi şîfre dikin ku ji bo bîreweriya me kilît in.
Em ê ti carî tênegihijin
Edwin Abbott dema ku bi pirtûka xwe ya bi navê Flatland (Erda rast) de bi tinazî bi wê yekê dadiket ka çawa dinya 2 dîmenziyonî siyeke dinya sê dîmenzoyonî ye. Axir êdî wêrekiya ku mirov wiha hizir bike ku ev dinya me ya 3 dîmenziyonî jî siya bûutekî 4´an be. Ji ber ku mirov nikare xeyala wê jî bike ev bûutê hanê mirov dibizdîne.
Henry Markram jî niha bi pirsgirêkeke bi heman rengî re rûbirû ye gava berê xwe dide wê yekê ka mêjiyê mirovî çawa dixebite: “Em berê xwe didin mêjî, em tevlîheviyeke êwane dibînin, lê ew siyeke dîmensoyonên li jortir in, em ê ti carî di wê negihijin.” Ew û hevalên xwe yên di Blue Brain Project (Projeya Mêjiyê Şîn) a li Swiss Federal Institute of Technology in Lausanne (Înstîtuya Federal a Teknolojiyê li Lozanê-EPFL) de topolojiya algebrayî bi kar tînin da ku li awayê xebitîna mêjî bikolin.
7 dîmenziyonên matematîkî
Tişta ku bi ser ve bûn? Ew jî ev e: Gava mêjî difikire, fêr dibe yan jî bi bîr tîne, ew strukturên emirkurt bi herî kêm 7 dîmenziyonên matematîkî diafirîne. Ha ev strukturên ku mîna kelehên ji xîzê geh peyde dibin û geh tine dibin, dikarin alîkariyê bi me re bikin ku em fêm bikin ka mêjî çawa fikr û hestan çêdike. Heta dibe ku ew sirra herî mezin a mirovî, ango em çawa bîrewer dibin jî hinekî li fêmê me yê kor veke.
Topolojiya algebrayî çi ye? Markram dibêje, “Ew jî matematîk e ku zanista noyrolojiyê ji Erda Rast derdixe.” FRANKFURT