Zilamekî 62 salî nêzî paytexta Franseyê Parîsê di encama derbên şaxan û siman ên gakoviyekê de hat kuştin. 

Bûyer li parka netweyî ya Compiègneê pêr nava rojê saet 10´an diqewime ku qederê 60 kîlometryekî li bakurrojhilatê Parîsê ye.

Nêçîrvanî dema ku derbên gakoviyê xwarin, bi xwe li nêçîrê digeriya. Berdevkê polîs got, "gakoviyekî derbên şaxan lê xistin û paşê jî bi siman derb lê xistin". Kêliya ku li nêçîrê digeriya sîleh û tiving bi nêçîrvên re nebû. Polîs ji bo bûyerê got, "mirine kêm dîtî“. 

Bi her halî em dizanin ku Xecê bi neheqî gazin û lome ji Siyabendê Silivî dikirin, "Kesî li dinayayê dîtiye, bihîstiye, nêçîr nêçîrvanê xwe bikuje!?" Me nedît, lê me bihîst, nêzî Parîsê, nêçîrê nêçîrvanê xwe kuşt. 


PARÎS