NÇM ya ku bi KHK’ê deriyên wê hatin mohrkirin, li nav gel xebatên xwe didomîne. Endamê Koma Pelê, Devrîm Ozluk ê di bin banê saziyê de xebatan dimeşîne, got; “Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û meydanan hunerê xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû.” 
Ji wan komeleyên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin yek jê jî Şaxa Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a Edeneyê ye. Şagirt û mamosteyên NÇM’ê bernameyên xwe nîvçemayî li kuçeyan temam dikin. Ji 1993’yan û vir ve li bajêr ji aliyê navenda çandê ve, bêheq kursên wek şano, muzîk, erbane, tembûr, gîtar û koroya jinan dihatin dayîn û di van kursan de gelek kursiyer hatin perwerdekirin. 


Her der sazî ye


Devrîm Ozluk anî ziman ku ew bi xwe jî beriya bi 6 salan tevlî kursên NÇM’ê bûye û dawiyê bûye perwerdekar û got, ev 3 sal in ew dersa baxlemeyê dide kursiyeran. Ozluk got, kursiyer ji gelek derdoran in û diyar kir ku li gel girtinên KHK’yan jî ew ê her derî bikin navenda çandê û xebatên xwe bidomînin. Ozluk wiha axivî: “Piştî sazî hat girtin, xebatên me li derve, li nav gel domiyan. Me ji bo kursiyerên xwe her qad kir sazî û dest bi perwerdehiya wan kir.” 



‘Kuçeyên me hene’ 


Ozluk anî ziman ku ti çewisandin û girtin wê nikaribe gavê bi paş ve bi wan bide avêtin û wiha peyivî: “Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û meydanan hunerê xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû. Bila mohr yên wan bin, lê kuçe yên me ne; wê di her şert û mercî de huner pêk bê.” 


Ew ê poşman bibin


Kursiyera bi navê Berîvan Gokalp anî ziman ku ew bêheq tê kursa baxlemeyê û got, AKP ji bo pêşî li çand û huner bigire, navendên çandê mohr dike. Gokalp wiha axivî: “Dewlet di her şert û mercî de dikare bigire, lê em ê çand û hunerê ava bikin. Dema em li saziyên xwe xebatên xwe bidomînin, çêtir e. Em ê di her şert û mercî de çandê jîndar bikin. Ew nikarin bibin asteng. Nikarin di hişê me de çanda me tine bikin. Ew çiqas dibin asteng bila bibin, wê poşman bibin.” 


EDENE