Muslim jî da xuyakirin, ku YPG wê di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tevlî operasyona Reqqayê bibe. Muslim got, “Saziyên rêveberiya demokratîk ên li wir daxuyanî dan. Gotin; em amade ne. YPG di nava vê de ye û wê tevlî bibe.” Muslim girîngiya Reqqayê bi vî rengî rave kir: “Reqqa li kêleka me  ye. Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê tên kirin, hemû ji Reqqayê tên kirin. Nêzî Cizîrê ye, nêzî Kobanê ye. Ji bo em xwe biparêzin, lazim e li Reqqayê DAIŞ tine be. Ji ber sedema ewlekariyê Reqqa ji bo me gelekî girîng e.”

‘Ji bo piştgiriya DAIŞ’ê wê were‘

Hevserokê PYD’ê diyar kir, ew ne bawer e Tirkye tevlî operasyona Reqqayê bibe û got, “Divê Tirkiye nêzî van deveran nebe. Hem polîtîkaya hundir hem jî ya derve ya AKP’ê, dikare tevahiya Rojhilata Navîn tevlîhev bike û ev yek wê zerarê bide Tirkiyeyê. Cîhan tev bi vê zane, ku welatê destekê dide DAIŞ’ê û pê êrîşan dide kirin Tirkiye ye.”

Muslim di dewama axaftina xwe de got, “Eger Tirkiye were Reqqayê, wê ji bo destekkirina DAIŞ’ê were, ne ji bo şerkirinê. Sedema ketina Mûsilê jî, destekkirina DAIŞ’ê ye.”

QSD wê Minbicê biparêze

Ji bo pirsa ‘Serokomarê Tirk Erdogan dibêje; piştgirî girtina El Babê em ê berê xwe bidin Minbicê’ Muslim ragihand, ku komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê heta niha bi hêzên herêmî yên tifaq bi QSD’ê re kirine, şer dikin. Muslim got, “Eger Tirkiye berê xwe bide Minbicê dibe ku bi QSD’ê er şer bike.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da xuyakirin ku YPG wê di nava QSD’ê de beşdarî operasyona Reqqayê bibe û piştî ku bajar ji DAIŞ’ê paqij kirin, wê hêzên xwe yên çekdar vekişîne herêmên xwe.

Raqqayî wê xwe bi rê ve bibin

Salih Muslim got, “Minbic û Şeddadê mînakên vê ne. Rêveberiyên herêmî, komên herêmî ewlekariya van deveran dikin.” Muslim destnîşan kir, ku rêveberiya herêmî ya piştî rizgariya Reqqayê li bajêr ava bibe, wê biryarê bide ku tevlî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bibe yan na.

Muslim hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke ‘dagirkeriyê’ bi nav kir û got, “Tank û topên Tirkiyeyê li nava axa Sûriyeyê ne. Ev yek dagirkerî ye. Lewma her welat li dij vê derdikeve. Ne tenê Kurd, Sûriyeyî jî li dij derdikevin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN