Serokê TUHAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun têkildarî raporê axivî û got, girtiyê nexweş Aydin Degîrmencî yê ku navê wî di rapora ÎHD'ê de derbas dibe û rewşa wî giran e piştî firara li Girtîgeha Çewlîkê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hate kirin. Aydin ji bo Degirmencî weha peyivî: "ji rove xwe ya stûr hatiye emeliyatkirin û 12 cm perçe jê hatiye birrîn. Piştî emeliyatê tûrikê bi zikê wî ve girêdayî hewcehiya xwe ya destavê dike. Degîrmencî di heman demê de nexweşê pençeşêrê ye. Ligel ewqas cidî nexweş e dîsa nayê dermankirin û nayê berdan." Aygun nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran da.


'Li dijî girtiyan hiqûqa dijminahiyê ye'

Aygun, anî ziman ku Degîrmencî li Girtîgeha Tîpa M ya Vezîrkopruyê ya Samsunê terkî mirinê hatiye kirin û li girtîgehê revîr jî tuneye. Aygun, da zanîn ku di hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re ji wan re hatiye gotin, ew dikarin Degîrmencî bibin Samsun a ku 70 kîlometreyan dûrî girtîgehê ye. Lê belê Degîrmencî nikare bi wesaîta rîngê ewqas riya dûr biçe. Aygun, bilêv kir ku ligel gelek caran serî li Wezîrê Dadê jî dan, heta niha ti daxwaza wan nehatine qebûlkirin. Aygun, destnîşan kir ku pêkanîn wisa bi tenê di "hiqûqa dijminahiyê" de hene.
Dema hevdîtina vekirî ya bi Degirmencî re jî, Degîrmencî  gotiyie: "Dermankirina min bi tenê bi dermanên êşê dikin. Rêveberiya vir dixwaze min bi rîngê bibe nexweşxaneyê lê ev yek ne mimkun e. Daxwaza min ew e ku li nexweşxaneyeke baş bêm dermankirin."

Radyo li girtiyan qedexe kirin

Aygun, anî ziman ku li girtîgehên Deryaya Reş ên lêkolîn lê kirin binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene û li girtîgehên Gîresun, Trabzon, Ordu, Samsun Bafra, Samsun Vezîrkopru, Tokat navend, Tokat Zîle radyoyên girtiyên siyasî beriya bi 9 mehan hatine komkirin.

Ceza, sirgûn, hûcre, name û qedexeya hevdîtinê

Aygun got, li Tirkiyeyê rêveberiyên girtîgehan ji bo girtiyan bitepisînin cezayên dîsîplînê didin û di demên dawî de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê cezayên dîsîplînê didin girtiyan û wiha axivî: "piştî ku Mustafa Arli bû Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Wanê li ser girtiyan polîtîkayên tepisandinê û zextan pêk tîne. 73 girtî di bin navê sewqê de hatin sirgûnkirin. Li 156 girtiyan cezayên hucreyê hat birrîn. Dîsa cezayên qedexeya name, telefon û hevdîtinê jî li girtiyan tê birrîn." 

DIHA/WAN