“Ji ber di warê yasayî de ne serokê Herêma Kurdistanê ye, serokê PDK ye û tenê nûnertiya partiya xwe dike. Ji ber yasaya ku temenê wî dirêj kirî, em wekî darbeyekê dibînin. Ez nikarim wekî sifetê serokê Herêma Kurdistanê li ser baxivim.”

Nûrî derbarê serdana Barzanî ya ji bo Amedê jî wiha got: “Derbarê serdana Barzanî de, belgeya herî baş ewe ku berê ji aliyê komek parlamenterên Kurd ên bakurê Kurdistanê ve ji bo çend ahengan hat vexwendin û Barzanî red kir. Ev serdan di demekê de ye ku ji berjewendiyên Kurd û neteweya Kurd li bakûr zêdetir di berjewendiyên dewleta Tirkiyê de ye. Dibe ku zêdetir di berjewendiyên aborî, siyasî, hizbî û partiya Erdogan wekî partiyekî deshilatdar de be.”
Parlamenterê berê yê Tevgera Goran destnîşan kir ku divê hemû alî piştgiriya Rojava bikin û wiha pêde çû: “Di demek ku pêwîste hemû aliyek piştgiriya serxistina ezmûnên Rojava bike, ti bihaneyek ji bo dijderketina destkeftiyên li Rojava nîne. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim serdana Mesûd Barzanî, berjewendiyên neteweyî zêdetir berjewendiyên Tirkiye û partiya Erdogan li ber çav hatiye wergirtin.  Mele Nûrî li ser peyama serokê Herêma Federal ê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê Rojava de ku gotibû ‘Li Rojava ti şoreş nîne û rejîmê hinek navçeyên Kurdî radestî PYD’ê kiriye’ de wiha got: “Mafê Barzanî nîne bi navê Başûrê Kurdistanê baxive. Tenê dikare bi navê partiya xwe baxive. Xala duyemîn mafê Barzanî nîne li dij şoreşa Rojava derbikeve, ji ber ew şoreş girêdayî armancan e. Pirs eve, destkeftiyên li Rojava hatine bidestxistin, li wê navçeyê çend di berjewendiyên Kurdan de ne. Em dizanin beşek zêde ya xaka Kurdistanê li wê navçeyê hatiye rizgarkirin, niha rêveberiyek heye, aramiya aborî, siyasî û ewlekariyê heye.” Mele Nûrî, anî ziman ku li Rojava şoreşek mînak û ciwan heye û xwest ku her kes piştgiriya rêveberiya demkî ya li Rojava bike. Mele Nurî wiha got: “Di vê qonaxê de ger çi kêmasiyek li Rojava hebe, bi baweriya min divê aliyên siyasî ji bo wê yekê xebatê bikin ku hêzên Kurdî nêzî hev bikin û piştgiriyê bidin wan. Cihê dilgiraniyê ye di peyama Mesûd Barzanî de gef hene.

HEWLÊR