Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Lijneya Jinê a Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ve li Navenda Cîgerxwîn a Çand û Hunerê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de li ser biryarên Meclîsa Gel a Daîmî ya Rojavayê Kurdistanê ku li ser mafê jinê wergirtibûn jî hatin nirxandin. Endama Konfedrasyona Xwendekarên Kurd Zozan Xelef li ser rola rêxistina xwendekaran û jinan di vê dema dîrokî de axifî û got: “Aliyên rewşenbîr ku dikarin civakê bi rê ve bibin, lewra rolek girîng dikeve ser milê xwendekaran û bangewazî li hemû xwendekaran kir ku tevlî Konfedrasyona Xwendekarên Kurd bibin.”
Parêzer Rofend Ebdîxelef jî bal kişand ser biryarên Meclîsa Gel a daîmî û got: “Ew zagonên ku meclîsa daîmî di derbarê mafên jinê de bi armanca civakek azad û demokratîk derxistine, ne li ser bingehekî olî an jî nijadperestî hatine derxistin. Ev zagon wê destpêkê di dadgehên gel de werin pêkanîn paşê jî wê li hemû dadgehên welat ev biryar bi cîh werin.
Piştî axaftinan, ji pirsên beşdaran yên der barê biryaran û mafê jinan de bersiv hate dayîn û zagonên nû bi berfirehî hatin nirxandin.
ANF/TIRBESPIYÊ