Baroya Amedê wê “Pêşangeha wêneyan a Mafên Mirovan a Tahîr Elçî” veke ku ew wêne jî wê mafên mirovan û doza azadiyê vedibêjin. Baroyê ji bo pêşangehê bang li hemû wênegirên amator û profesyonel kir da ku beşdar bibin.
Baroya Amedê ji bo bibîranîna 3’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî, wê “Pêşangeha Wêneyan a Mafên Mirovan a Tahîr Elçî” veke. Baroyê ji bo pêşangehê bang li hemû wênegirên amator û profesyonel kir. Baroyê di bangê de got, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a Sûra Amedê dema ji bo parastina dîrokê daxuyanî dida, hat qetilkirin.
AMED