Kantona Cizîrê ya Navenda Mafnasî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo civînek lidar xist û rola mafnasan di nava rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nirxandin. Civîn bi beşdariya Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û endama TEV-DEM`ê Mîdya Mihemed, Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kuristanê (MGRK) Ebdilselam Ehmed û bi dehan parêzer û mafnasên kantona Cizîrê li Salona Sehara a bajarê Qamişlo hate lidar xistin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê erk û wezîfeyên parêzer û mafnasan di nava rêveberiya xweseriya demokratîk de axivî. Piştî axaftinan beşdarên civînê bi rêveberên TEV-DEM`ê û MGRK`ê re der barê mijarê de gotûbêj û nirxandinên berfereh kirin.

QAMIŞLO