Mahîr û Şengalî li dijî qirrkirinê bûn
Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) ku ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûn, li paytexta Swêdê Stockholmê hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stockholmê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ve hate organîzekirin.
Hevserokê NCDK´a Stockholmê, Ferah Bozcali li ser girîngiya Mahîr û Şengalî ya ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd axivî.
Piştre li ser jiyan û têkoşîna Şengalî û Mahîr sînevîzyonek hate nîşandan.
Siyasetvan Rizgar Şoreş destnîşan kir ku Şengalî li dijî qirrkirina Êzîdiyan, Mahîr jî li dijî qirrkirina Elewiyan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûne û bersiv dane dewleta Tirk.
Şoreş diyar kir, Şengalî û Mahîr di oxira nirxên pîroz de canê xwe di têkoşîna azadiya gelên Kurd û Rojhilata Navîn de feda kirine û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi biryardariya Zekî Şengalî û Atakan Mahîr cihê xwe di nava rêxistin û têkoşînê de bigirin. ANF/STOCKHOLM