Şervanê YPG’ê Mahsûn Harmanci bi nasnav Serbest Partîzan li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê dawiya hefteyê serdanên sersaxiyê hatin kirin.
Kekê şervanê YPG’ê di bîranînê de axivî û diyar kir ku birayê wî sala 2013’an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bîranîn bi qîrîna dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. YPG’ê ragihandibû ku di 21’ê Tîrmehê de şervanê wan Partîzan dema li Kobanê berpirsyariya xwe pêk dianî bi qezayekê jiyana xwe ji dest daye.
ANF/MARSÎLYA