
Yek ji 370 komeleyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, Komelaya Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê ye. Hûnermed Azad Bedran diyarkir ku pêşiya girtina komeleyê ti agahî negihiştine destê wan û got ku ji bo wan her cih dikare bibi cihê xebatê.
‘Ji bo me cih girîng nîne’
Azad Bedran got ku, wan dizanî wê rojekê komeleya wan bê girtin, ji bo vê jî hinek alternatîf afirandine û wiha peyivî: “Politîkayên dewletê yên ji bo çand û hûnerê ti deman nehatine gûhertin. Em hertim bi qirkirinê re rû bi rû bûn. Êrîşkirina ser komele û saziyên çand û hûnerê dixwazin moralê gel xera bikin. Di van êrîşên demê dawî de, me dizanî wê saziya me ji were girtin. Ev rewş me bi xwendekarên xwe re nîqaş dikir û heya me digot emê çibikin. Ji bo me cih ne zêde giringe, her kolan her malek dikare bibe cihê xebatê û wek komeleyekê ne. Dema komeleya me hat girtin, em bi malbatên xwendekarên xwe re û hemû endamên komeleya me re em civiyan. Di wam civînan de me digot emê çibikin, di dawiyê de jî me biryar da ku her cih dikare bibe cihê Komeleya Çand û Hûner a Dîcle û Firatê.”
‘Xebatên me berdewam in’
Hunermed Bedran diyar kir ji bo xebatên xwe bidin meşandin her roj ew li mala endamekê dicivin û wiha pê de çû “Xebatên me yên koroyê dewam dikin. koroya zarokan a ez niha li gel wan kar dikim projeyekî ya albûmê heye. Xebatên me ji bo albûmê dewam dikin. Piştî du mehên din wê ev albûm derbikeve. Me ti caran xebatên xwe yên çand û hûnerê ne daye sekinandin. Dewreyên me hene, em niha ji cihekî nû digerin ji bo dewreyan. Ev xebat wê ti eleqedariya xwe bi resmiyetê ve tûne be. Em weke saziyek dewreyên taybet didin û hemû xebatên me yên çand û hûnerê dubare û bi şêweyekî hemû cihan bigre nava xwe em plan dikin.”
ALÎ KOÇER / ROJNEWS / AMED