Şagirta bi navê Berfîn Revê, ya ku dildareke muzîkê ye, ji zarokatiya xwe ve hez ji muzîkê dike. Ji 12 saliay xwe ve jî bi awayekî çalak bi hunerê xwe radibe,.

Şagirtên dibistana Ş. Felek Hewas a li Taxa Miftî ya Kantona Hesekê, bi huner mijûl dibin. Şagirt di beşên hunerî yên weke şano, wêne û muzîkê de xwe bi pêş dixin û berhemên xwe di şahiyên dibistanan de nîşan didin. Berhemên xwendekaran hem wan hem jî derdorê kêfxweş dikin.

Şagirta bi navê Berfîn Revê ya ji Dibistana Ş. Felek Hewas, derbarê stran û hezkirina xwe ya ji strangotinê, dibêje, “Ji zarokatiya xwe ve min ji muzîkê hez dikir û dema ez bûm 12 salî, min dest bi gotina stranan kir.”

Malbat jê re bû pişt

Berfîn behsa malbata xwe dike û piştevaniya ku malbatê dayî wê, wiha îfade dike: “Malbata min, dît ku ez ji stranan hez dikim û pirr jî xweş dibêjim, wan jî pêşî li min vekir û alîkariya min di warê hunerî de kir. Herî zêde jî bavê min piştevaniya min kir. Dema min dest bi dibistanê kir, min di navberan de stran ji hevalên xwe re digotin. Di wê demê de mamosteya min dengê min bihîst û pirr jî kêfxweş bû bi dengê min. Piştî wê êdi mamostaya min hewl da ku ez xwe di warê hunerî de bi pêş bixînim û alîkariya min kir. Ji ber vê rêveberiya dibistanê pêşniyaz kir ku komeke stranan a bi navê Ş. Delîla were avakirin.”

Zarok rehet bihêlin

Berfîn dixwaze malbatên her kesî û civak bi giştî destekê bide zarokan da ku di warên cihê yên hunerî de xurt bibin û wiha dewam dike: “Zarok zehmetiyan dikişînin ku hunerên xwe derxînin holê, nîşan bidin. Ji ber ku hin malbat nahêlin zarokên wan armancên xwe bi dest bixin û di pîşeyên hunerî de bi pêş kevin. Lê divê her kes piştgiriyê bide zarokan, ji bo bipêşketina hunerî.“

Berfîn di dawiyê de bang li malbatan dike da ku nebin asteng li hemberî armanc û hunerên zarokên xwe: “Bihêlin bila nifşê nû, siberoja xwe bi destê xwe ava bikin. Bila di wan pîşeyên de ku dixwazin, bi pêş kevin.”

 

 JINNEWS / HESEKÊ