
Li Başûrê Kurdistanê nîşteciyên gundên nahyeya Şeladizê ya girêdayê navçeya Amêdiyê ji ber êrişên hewayî yên berdewam dikin mexdûriyê dijîn. Gundiyên ku dibin hedefa êrişan didin zanîn ku wan ji ji êrişên ku ji 17’ê Tebaxê vir ve bê navber didomin zirarek mezin dîtine.
Ji ber êrişên dewleta Tirk yên ku bi salan e dewam dikin li herêmê gelek gund hatine valakirin. Gundiyên ku koçê bajar û bajarokên derdor kirine hîna jî debara xwe bi bax, bostan û mêşvaniya li gundên xwe dikin. Lê belê ji ber van êrişan êdî bax û bostan nikarin bên çandin û mêşvanî jî nikare bê kirin. Gundiyên ku ji ANF’ê re axivîn daxwaz kirin ku ji bo demek ji ya din zûtir ev êriş bisekinin hukumeta herêmê bêdengiya xwe xira bike.
Em dixwazin li ser xaka xwe bijîn
Bedîh Hacî yê gundiyê Diheke Rezan ê girêdayî Şeladizê dibêje ku ji ber hilweşandina piran ew nikarin biçin gundên xwe. Bedîh Hacî bi destê xwe nîşan dide û dibêje; “Binêrin, navê vê pira hatiye hilweşandin Kunuşka ye. Ev pir li ser rêya gundê me hatiye çêkirin. Ji ber ev pir xira bûye êdî wesayit tenê heya cihekî diçin. Ji ber vê yekê jî em nikarin biçin gundên xwe û karên xwe pêk bînin. Berê ji ber topbarana obus û hewanan me nedikariya bên gundên xwe. Niha jî ji ber lêdana balafiran em nikarin bên. Ji ber van êrişên dawiyê gundên me zirarên mezin dîtin. Beşekê mezin a gundên me hilweşiyan. Bax û rezên me şewitîn. Ez tika li Hukumeta Herêma Kurdistanê dikim, bila li hember êrişên Tirkan bê deng nemînin. Her dever dane ber bombeyan. Ji bilî van erdên ku hatine lêdan tu çavkaniyekê din ê debara me nîne. Em jî weke ker kesî dixwazin di gundê xwe de û li ser axa xwe bijîn.”
Bila hikumeta herêmê rast nêzîk be
Ebdulstar Omer Selîm ê ku ji gundê Çarmenda Şeladizê ye diyar dike ku ji ber êrişên artêşa Tirk binesaziya gundan têk çûye û ew jî êdî nikarin biçin gundên xwe. Ebdulstar Omer Selîm dide zanîn ku mîna wî gelek gundiyên din jî mêşvaniyê dikin û wiha dibêje; “Li gel mêşvaniyê, komkirina gûz, qizwan û simaqan jî çavkaniyên debara me ye. Lê belê ji ber êrişan em nikarin biçin lê binêrin. Dewleta Tirk her tiştên me şewitand û wêran kir. Hîna jî bomberana ser axa me didome. Tikaya me ji hukumeta herêmê ew e ku bila hinek durust nêzîk bibin.”
DEMHAT TOLHILDAN/DELÎL ZÎLAN - ANF/BEHDÎNAN