Hevkarê têkoşîna Rojava bin
Piştî axaftina Baran, ji insiyatîfa Dayîkên Aşitî Hava Kiran dest bi axaftinê kir û got: ji bo extiyar li der ve nemînin alikariyekî pir girîng hat kirin. Ji vê pê de jî bawerim alikariyek wiha bidome."Kiran piştî van axaftina xwe bal kişand ser berxwedana rojava û ji bo dîwarê Şermê ku hefteyekî di greva birçîbûnê ye de ji Ayşe Gokkan re slav şiyand. Kiran anî ziman ku divê her kes piştgirî bide çalakiya Gokkan û ji têkoşîna berxwedana Rojava re bibe hevpar.
Emê her tim xizmetê bidin
Dawiyê de Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr axivî û wiha got: "Li tevî qadên Amedê dê xizmetên me bidomin. Li Amedê tevî qadên me yê extiyarên me ye. Ev proje ne yekemîn e ne jî yê bibe dawî. Mala dilbêrên Mezin ji bo ku extiyarên me di nav aramiyê de bin me vekir. Extiyarên me tenê yê li vir rûnî nekin. Yê ku van deran ziyaret kir ji wan re hem dîrok hem jî serpêhatiyên xwe bi ciwanan re parvebikin."
Piştî axaftinên Osman Baydemîr, Hava Kiran û extiyarên Mala Dilbêrên Mezin bi jêkirina qûrdeleyê merasîmê bi dawî kir.
AMED