Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li taxa El-Hezawîn Navenda Trafîkê kontrol kirin, li vê navendê du tunelên veşartî yên heta bi Sawama hebûn. Li aliyê din di operasyonêde taxa Şehîd û fermandar Ebû Leyla jî hat rizgarkirin.

Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja 30´an de didome.

Doh di çarçoveya operasyonê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aşê ku jê re tê gotin Mehatîn, ber bi rojava ve bipêşveçûyina xwe domandin û ketin Navenda Trafîkê.

Ji avahiya trafîkê ya ku li rojhilatê Taxa El-Hezawîn e, 2 tunelên veşartî derdikevin. Yek jê digihîje depoya genim (Sawama) û ji wir jî diçe aş. Bi giştî dirêjahiya wê 800 metre ye.

Li qada mabeyna rojhilatê Metahin û Taxa El-Esediyê ku pirraniya xelkê wê Kurd û Ereb in, niha jî şerên dijwar diqewimin.  


Û taxek bi temamî hat rizgarkirin

Li aliyê din şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, taxa Esediyê ya bajar ku mala Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla jî lê ye, ji çeteyan rizgar kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê şervanên Minbicê taxa yekemîn ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Şervanan îro taxa Esediyê ya li başûrê bajêr û kîlometreyekê ji sûka navendî dûr, bi temamî rizgar kir.

Hêjayî gotinê ye ku mala Fermandarê Meclîs Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebu Leyla ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû jî, li vê taxê ye.

Herçî taxa El-Hezawnê ye nêzî bazara navendî ya bajêr e û lê şer dijwar e.


'Em gelê xwe dibin cihên azad'

Minbiciyên ji çeteyên DAIŞ'ê direvin, xwe digihînindeverên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew rizgar kirine. Şervan jî sivîlan dibin cihên ewle.

Çeteyên DAIŞ'ê sivîlên li nava bajêr weke mertalên zindî ji bo xwe bi kar tînin û gelek mayîn li herêmê hatine bicihkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rengekî hay ji xwe heyî, bi pêş ve diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û derbasî deverên azad kirine.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku ew sivîlên ji bajêr direvin, dibin herêmên ewle û bersivê didin pêdiviyên wan ên jiyanî. Şervanan got, ew ê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidin gelê Minbicê. 


 MINBIC




Reva ber bi starê ve


Bi hezaran şêniyên Minbicê xwe ji destê çeteyan xelas kirin û xwe gihandin herêmên di bin kontrola Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de.

Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku li gel şer jî bi hezaran şêniyên Minbicê xwe ji destê çeteyan xilas kirin û xwe gihandin deverên di bin kontrola şervanên Meclîsa Minbicê, bi taybetî yên li depoyên genim.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şêniyên ku xwe gihandin wan pêşwazî kir.

Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku pêşiyê li pêşveçûna Şervanên Meclîsa Leşkerî bigire, sivîlên li bajarê Minbicê weke mertalên zindî bi kar tîne. Ji bo ku şênî nikaribin ji bajar derkevin jî, li taxan mayîn raxistine. Her weha êrişî kesên ku hewl didin, derkevin jî dikin. Lê belê tevî vê yekê jî welatî mirinê jî didin ber çavên xwe û ji ber  zilma çeteyan ji bajar direvin. Beriya niha jî bi hezaran kes gihiştibûn herêmên rizgarkirî.