Li navçeya Mêrdînê Qoserê di çarçoveya çalakiyên bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, lîstika şanoyê  “Mala Extiyaran” a Şanoya Hunerê ya Qoserê ya  di bin banê Egîtîm-Sen de xebatan dimeşîne wê 3 rojan bê lîstin.


Dahat ji Kobanê re

Yekemîn lîstîka “Mala Extiyaran” ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.  Lîstika ku endamên Egîtîm-Sen û lîstikvanên Şanoya Hunerê ya Qoserê têde dilîzin, çîrokeke trajîkomîk a behsa jiyana extiyarên Kurd ên di malên extiyaran de dimînin dike.

Tevayî dahatên bên komkirin wê di avakirina Kobanê de bên xerckirin.

Serokê Şaxa Egîtîm-Sen Hamît Gungor ê li vir axivî got ku gelê Kurd ê nifûsa wê nêzî 40 mîlyon e, bi zimanê serweran perwerde dibin û nabe ku ev were qebûlkirin. 


MÊRDÎN