Di demekê de ku wêjaya kurdî ya li zindanê tê nîqaşkirin, pirtûka nivîskar Hayretîn Ekîncî ya bi navê evîna qesrê li weşanxaneya J û J di meha sibatê de hat çapkirin. Ev pirtûka ku behsa wê tê kirin ji 62 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji ber ku di tehma xwe de ye, mirov dikare bi carekê bixwîne xelas bike. Pirtûka nivîskar Hayretîn Ekîncî ne bi awayekî modern hatine nivîsandin. Çîrokên nivîskar tev balkêş in. Mirov dikare bibêje civaknasiya Kurdan di dîrokî de ji ber şert û mercên şer bi çi awayî malwêranî bi xwe re aniye û bûye sedem ku di mêjiyê gelê Kurd de bi cih bûye. Nivîskar bi zimanê gel nivîsandiye. Carinan dide kenandin, carinan dide girîn. Mijarên kenê, bi xwe jî mijarên trajîk in lê bi zimanê mîzahî, bi hostatiyeke gelêrî, bi zimanê gel xwe daye xuyakirin. Carna jî hêstirên çavên mirov dixumxumînin, qirika mirov tijî dikin. “Evîna qesrê” dîwana mîran di dîroka Kurdan de bi hindikî be jî di aliyê wêjeyî de bi roleke akademîk rabûye.


Çîrokên di Evîna Qesrê de dengbêjiyê bi mirov didin hîskirin

Civata dengbêjan bi piranî li dîwanan kom dibû. Çîrok ji bo perwerdeyê dihatin gotin. Çîrokên nivîskar, dengbêjiyê bi mirov didin hîskirin. Ji ber ku nivîskar bi xwe bi dengbêjiyê re eleqedar e, ew taybetmendî xwe di çîrokê de jî dide xuyakirin. Dengbêjên Kurdan bi piranî bi kilaman çîrokan vedibêjin. Ev şêweyekî wêjeya devkî ye. Bi zimanekî xwerû ye her kes dikare jê fêm bike, zimanê gel e. Nivîskar di çîrokên xwe de bûyerên ku qewimîne bi awayekî li gorî bûyerê honaye. Di çîrokan de ji huner û estetîkê zêdetir, heqîqet û zimanê gel li pêş e. Bi şêweyekî perwerdeyê ji bo nivşê nû û gel pir girîng e. Ji ber ku bandora dîrok, civak, trajedî, evîn av û evîna azadiyê li peş e. Ev di vê hêlê de hîn sûdwar e. Evîna qesrê kevneşopiya Kurd vegotiye. Evîn çawa ye? Bi nobeta Feyzo û Şêxo taktîkên şer, trajîkomîk, eziyet û zilmê tol çawa xwe dide xuyakirin. Bi terqîna mirinê heqîqet, bawerî û binavkirina bûyerê û watedayînê. Wateya rondikên çavan, binavkirina wan, ew ji ku derê tên, çima rondik dibarin. Bav û qîz eşqa welat a azadiyê, evîna heqîqetê. Mirov dikare cudahiyê bixe nava heqîqetê yan na? Ev tev cih digirin. Gelekî ku bi êşa xwe keniya, êdî tu hêz nikare wî têk bibe. Ji ber ku zimanê mîzahî çêja jiyanê ye. Heqîqet wekî dilopekê ye ku dema parzemîna xwe dibîne, çawa ku çemek diherike, ango şitlên daran mezin dibin, di xwezayê de mînakên wê pir in. Her gelek, xwedî pîrozbahiyan e.

Ji bo her gelî pîrozbahî xwe û tiştên dibin sedema şanaziyan hene. Ê Kurdan jî simbêl e. Bişar çima simbêlê xwe kur kir? Çîroka dawî wekî ku ya pêşiya xwe temam bike, rista jinan, pîrozbahiyên dîrokî û rojevî çawa rista xwe dilîzin di van deh çîrokan de xuya dikin. Hovîtiya dijmin, dîrok, civak, kevneşopî, evîn û heqîqet bi zimanekî gelêrî hatine nivîsandin. Ev zimanê nivîskar bê sansur, gel çawa diaxive, wisa hatiye nivîsîn. Otantîkbûna ziman jî jixwe ev e. Şêweyekî cuda ye. Hinek bi ser xeberojkan ve diçe, ji ber vê herikbar e, Mirov qet jê aciz nabe. Hinek xeletiyên redekteyî hene. Ji ber wê di cihek du cihan de wate tê guhertin lê tê fêmkirin ku nivîskar bi çi wateyê gotiye.


NEVZAT ÇAPKIN / Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a ÎZMÎRÊ