SEMÎRE DAWID / HÊVÎDAR HERANÎ/ANHA / EYN ÎSA


Bi armanca zanekirina jinên ji hemû pêkhateyan, Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Mala Jinê vekir da ku jinên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê ku rastî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê hatibûn perwerde bike.

Piştî herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, Mala Jinê di 17`ê tebaxa 2017`an de hate vekirin. Mala Jinê  bi armanca ji nû ve vegerandina ruhê zanabûn û rêvebirinê dest bi kar û tekoşînê kir. Ji bo avakirina kesayeta jinê ku çeteyên DAIŞ`ê wê ji rastiya wê dûr xistibû, gelek gav avêtin.

Di Mala Jinê de 8 endam cih digrin, rêvebera wê Amanî Ebdullah e, 5 endamên pisporên Komîteya Lihevanînê jî tê de cihê xwe digirin.


Armancên Mala Jinê

Armanca Mala Jinê ew e ku pirsgirêkên civakî yên û dozên jinan çareser bikin. Rêya rast raberî jinan bikin û şêwazên şidetê ji holê rakin. Jinan teşwîq bikin da ku karibin kesayeta xwe ya rast vegerînin.

Mala Jinê bi sedan jin di çarçoveya gelek dewreyên bîrdozî de li akademiyên navçeya Eyn Îsa, perwerde kirin. Ji wan dewreyan, dewreya şehîd Hemîde El-Tahir û dewreya şehîd Henai Ebuldkerîm di akademiya Şehîd Narîn de hatin vekirin.

Têkildarî mijarê, Endama Rêveber a Mala Jinê Emanî Ebdullah got, armanca sereke ya vekirina Mala Jinê û dewreyên ji bo jinan, xurtkirina raman û kesayeta jinên herêmên ku ji zilma DAIŞ`ê hatine rizgarkirin e.

Emanî Ebdullah bang li hemû rêxistin û saziyan kir ku li kêleka wan rawestin û desteka pêwîst bidin Mala Jinê.