Mala Perperîkên Star a Zarokan ya ku ji bo piştgiriya jinên kedkar û avakirina bingehek xurte a zarokan e. Mala Perperîkên Star a Zarokan bi amedebûna hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Seroka Desteya TEV-Çand’ê Şîraz Hemo, Seroka Desteya Jinê Fatma Lekto û bi dehan jinên Saziyên Civaka Sivîl û endamên Komeleya Nûpel hate vekirin.


Alîkarî ji bo jinên kedkar

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Cîgira Seroka Desteya Jinê Dilşan Mihemed axivî û wiha got: “Despêkê ez vekirina Mala Perperîkên Star a Zarokan li hemû zarokên Rojava pîroz dikim. Di şert û mercên ku Kanton nav de derbas dibe de, armanc ji vekirina vê malê ew e ku em alîkariya jinên kedkar bikin da ku karê xwe jî baş biser bixin. Li aliyê din jî ji bo ku zarok di atmosferekî zanist û perwerdê de mezin bibin hat avakirin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Şehîd Roksana govendên gelêrî, Koma Kulîlkên Kurdistanê ya zarokan stran pêşkêş kirin. Di dawiyê de jî kurdele ji aliyê zarokên Komela Nûpel ve hate qutkirin û bi tilîliyên dayîkan mal hate vekirin. 


 EFRÎN