Lêkolîner û zanyaran bi cerebe û xebatên li ser nebatan rewşeke nû ya têkîldarî nebatan (rehek) eşkere kiriye. Gelo ev cerebe û xebat dikare ji bo mirovan jî guncav were dîtin?
Li gora xebatan; du nebatên ligel hev ên ji du rewşên cuda, ji ber dan û standinê bandorê li ser hevdu dikin. Ev bandor, bi awayê mêhtina vejena (enerjî) hevdu ye. Nebata di halê xwe yê têkûz de ku bi hêsanî tavika rojê mijtî, karbondîoksîta hewayê wergirtî û av û mînerala ji axê girtî (Fotosentez), dema li nik nebateke di halê kêmber de were bicihkirin, nebata kêmber vejenê ji nebata têkûz dimije û digel ku bandoreke erênî jê werdigire, bandoreke netê li ser nebata têkûz çêdike.
Dema ku mirov dêhna xwe bide ser du hevalên destbirakên hevdu dê govaniyê ji rewşa wan bike bê çawa herdu mirov bi erênî yan bi netê vejena hevdu distînin. Ev ji rewşa mirûz, heta bi liv û tevgerên laşî di her dera mirovî de xuyanî dibe. Jin û mêr jî wiha ne. Jin û mêrê li nava malekê dema yek ji wan xwedî derûniya xweşbînî be, yê/ya dîtir jî pê halxweş dibe; lê yek ji wan bêhnteng bibe, yê/ya dîtir bêtir ditengije û ji tine, bi ecêban bi hev diçin. Ji ber hindê, pêşiyên Kurdan gotine: Jin û mêr, tevr û bêr.
Gelo mirov dikare vê tesbîtê ji bo civakan jî bike? Çi ferq di navbera civakan de hene? Civaka Kurd û civaka Tirk, digel pevrejiyaneke sed salan, çima ew qasî ji hev bêzar in? Mirov dikare bersiva van pirsan bi çavdêriyên civaknasiyê yên ku ew jî parçeyekî zanyariyê ne, bibîne.
Kurd ji ber rabûn, rûniştin û dijberiya Tirkan (Tirkên alîgirên pergalê) tim bi reşbînî li jiyanê dinêrin û bi reşbînî dijîn. Yanî bi gelemperî Kurd ji ber tehdeyî û zextên Tirkan xwedî vebêjiyeke trawmatîk in. Ji ber vê jî Tirk bi mêhtina vejena netê ya Kurdan nikarin bi xweşbînî li jiyanê binêrin û ew jî bi gelemperî reşbîn in. Yanî Tirk berovacî nebatan, nikarin di nava jiyaneke xweş û geş de bijîn. Her çiqas ev weke dijberiyekê xuya be jî, di pêwendiyên navbera mirovan de bi dehan hêman (faktor) hene ku vê rewşê diguherîne. Mirov dikare vê tesbîtê ji bo civakên cuda yên Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava jî destnîşan bike.
Îcar; rêxistinên Kurdan ên ji bîrdozên cuda li dû salan ranêzîkiyek li hevdu kirine û ji bo zimanê Kurdî gavine baş ber bi hev ve avêtine. Dema mirov dêhna xwe dide serencama komxebata wan, pê dihese ku êdî hemû Kurdên Bakur haya wan ji girîngiya zimên çêbûye. Ji bo bipêşxistina vê jî bi pûtepêdanî dest bi xebatan kirine. Û ev rewşeke gelekî xweşbîn e. Ji hêla dîtir ve ku mirov helwêst, nirxandin û parvekirinên ser tora civakî yên Kurdan dixwîne, yekser ji qidûm dikeve ku zehfên Kurdan ji vê gavê jî ne kêfxweş in. Kurdên li ser tora civakî ligel helwêstên rêxistinan ên berê, xebatên dam û dezgeh, kom û rêxistinan jî biçûk dihesibînin. Û ev jî rewşeke gelekî reşbînî ye. Yanî, Kurd tenya ne di rewşên tengijandî de reşbîn û netê ne, ew di seqayên kêfxweşiyê de jî nema dikarin xweşbîn û erênî pêşwaziya pêşveçûnan bikin.
Beriya bi salan zanyarê Japonî Prof. Dr. Masaru Emoto di pirtûka xwe ya bi navê "Krîstalên Avê" de ya ku ji 70'yî zêdetir wêneyên krîstalan pêk dihat, ravekirineke wiha kiriye: "Av, ne heybereke bêgan e; zindî ye û ji wan krîstalan pêk tê ku hestan seh dikin. Av ji derdora xwe agahiyên erênî û netê werdigire û li gora wê bertekan nîşan dide."
Heger nebat û av dikarin bi mêhtin û wergirtina vejenên erênî û netê têkevin teşeyên xweşbîn û reşbîn, çima dê mirov jî nola wan tevnegere!
Mirovên Kurd ji niha û pê ve xwebixwe biryarekê bidin, bi awirên erênî li jiyanê fekin û vejena erênî ji jiyanê wergirin, gelo dê nikaribin li hemberî hemû dijberên xwe qewîntir bibin? Çawa? Hema em ji gava biçûk a rêxistinên Kurdan dest pê bikin û vejena erênî bi ser wan de bişînin, bes e. Çi ku; zimanê Kurdî, hebûna Kurdan e, mala Kurdan e. Û mala pîrê, stara pîrê ye.