NISRÎN ELÎ / ANHA / HESEKÊ

Piştî hevjînê Zekiye Esed emrê xwedê kir, li Hesekê mala xwe diyarî Kongreya Star kir, ji bo ku bibe maleke xizmeta jinên bêkes. Piştî Kongreya Star xwedî li wê derket û kesek hat erkdarkirin ji bo ku alîkariya wê bike, wê ev biryar da.

Zekiye Esed a 60 salî jineke zewicî bû, lê zarokên wê tine ne. Hevjînê wê, beriya bi sê salan emrê xwedê kiriye, ji bo vê bi tena serê xwe di mala xwe ya li taxa Kelasiyê li bajarê Hesekê, dima.

Zekiye debara xwe bi tena serê xwe dikir bêyî ku alîkariyê ji kesekî bixwaze. Wê tenê alîkariya komîna taxê qebûl dikir. Ji demekê ve Zekiyê ket, bêyî ku haya kesî jê hebe, di malê de ma, piştî çend rojan bi rêya gelê taxê agahî gihîşt Kongreya Star, wan jî bi lez ew rakir nexweşxaneyê û hate emeliyatkirin.

Her wiha Kongreya Star jinek ji bo ku alîkariyê bide Zekiyê, destnîşan kir. Li ser vê yekê, Zekiyê mala xwe diyarî Kongreya Star kir da ku jinên bêkes di mala wê de bi cih bibin, ew jî bi sponsoriya Kongreya Star.

Rêveberiya Kongreya Star, Şikriye Hisên destnîşan kir ku Zekiya bi tena xwe dijiya, piştî ku kêfteya wê şikest, bi rêya şêniyên taxê û komînê, wan bi lez ew bir nexweşxaneyê. Şikriyê got: “Piştî tenduristiya Zekiyê baş bû, me ew vegerand mal, ji bo ewlehiya jiyana wê me jinek ji bo alîkariya wê, erkdar kir.”

Her wiha Zekiye Esed jî malavahiya Kongreya Star kir û got: “Ez mala xwe diyarî Kongreya Star dikim da ku jinan hembêz bike, ji bo ku bibe mala jinên temenmezin ên bêkes.”