
Lîstika şanoyê ya ‘Mala Xwişka Bernarda’ ya şaîr û nivîskar Federîco Lorca yê Spanî, îro li Wanê derdikeve ser dikê. Derhênerê Lîstikê Nazmî Karaman, diyar kir ku lîstik balê dikişîne ser hemû pirsgirêkên jinan.

Lîstik piştî Stenbolê û Amedê, niha di 4 û 5’ê Kanûnê de, ji aliye koma Şanoya Mencel ve dê bi Kurdî bê pêşandan.

Dêrhênerê lîstika 10 jinan tê de rol kir, Nazmî Karaman e. Karaman, da zanîn ku şanaz e ku lîstikê bi Kurdî li Wanê pêşkêş dikin û wija peyivî: “Divê li bajarekî mîna Wanê, mirov lîstikên bi Kurdî çêke.” Li gorî Karaman Kurdî xweş li lîstikê hatiye û ew li bendê ye ku Wanî elaqeyeke baş nîşanî lîstikê bidin.
WAN