Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê doh çûn Îmraliyê.

Mehmet Ocalan îna bihurî bi wesîleya cejnê ji bo biçe Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê; birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe miracaetî dozgeriyê kiribûn bi heman armancê.

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiveke erênî da, malbat doh serê sibehê çûn Qereqola Jendermeyan a Gemlîkê û ji wir jî berê xwe dan Îmraliyê. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna malbat ji giravê venegeriyabûn û ti daxuyanî jî nedabûn.

BURSA